Cenazeyê Cengîz ê HPG’î şandin Wanê
ŞIRNEX (DÎHA) – Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Halûk Cengîz (Hasan Canfeda) yê ku 2’ê cotmehê li Elkê jiyana xwe ji dest dayî ber bi Wanê ve hat oxirkirin.
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Halûk Cengîz (Hasan Canfeda) yê ku 2’ê cotmehê li herêma Feraşînê jiyana xwe ji dest dayî ji aliyê malbatê ve hat wergirtin. Piştî kar û barên fermî yên li dozgeriya navçeya Elkê ya Şirnexê malbatê cenaze wergirt û ber bi Wanê ve ket rê.
Hate hînbûn ku cenazeyê Cengîz dê li navçeya Bêgir a Wanê bê definkirin.
(kom/no)