Xebatkarên weşanên hatin girtin di çalakiyê de ne
AMED (DÎHA) - Xebatkarên televizyonên ku bi KHK'ê ve hatin girtin ji bo balê bikişînin pêkûtiyên li ser çapemeniyê li Amedê çalakiya rûniştinê ya 3 rojan dan destpêkirin.
Xebatkarên televîzyonên ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hatin girtin ên Amedê ji bo şermezarkirina biryarê li Cemiyeta Rojnamgerên Başûrêrojhilat dest bi çalakiya rûniştinê ya 3 rojan kir. Di çalakiya ku xebatkarên ÎMC, Van TV û Hayatin Sesî TV beşdar bûn de li hemberî pêkûtiyan nerazîbûn hat nîşandan û gelek rojnamegeran jî piştgirî dan.
Nûnerê ÎMC TV a Amedê Faruk Balikçi li vir axivî û anî ziman ku azadiya çapemeniyê pîvana herî girîng a demokrasiyê ye, li herêmê mafê rojnamgeriyê tê astengkirin û bi KHK ve darbeya esasî li dijî çapemeniyê tê kirin.
Balikçi got ku ew ji bo parastina azadiya çapemeniyê li Amedê çalakiya rûniştinê ya 3 rojan didin destpêkirin û bang li îxtidarê dikin ku astengiyên li dijî çapemeniyê rakin.
Balikçi bang li hemû kesan kir xwest ku azadiya çapemeniyê bila biparêzin.
Piştre jî ji Hayatin Sesî TV Cumhur Daş axivî û bal kişand salvegera qatlîama Enqereyê û diyar kir ku 10'ê Cotmehê destpêka pêvajoya tarî ye.
Piştî daxuyaniyê hevalên rojnamgeran ên ku nûçe dişopandin jî wênekêş û kamerayên xwe danîn erdê û piştgirî dan wan.
(sa)