Bi sedan xwendekar bê perwerdehiya kurdî ma
AMED (DÎHA) - Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger a ku duh hat mohrkirin bû sedema astengiya perwerdehiya bi sedan xwendekaran. Mamosteyên dibistanê ku xwestin bikevin hûndirê dibistanê rastî astengiya polîsan hatin.
Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger a li navçeya Rezana Amedê ku bi kurdî perwerdehiyê dida duh ji aliyê polîsan ve hatibû mohrkirin. 238 xwendekarên li dibistanê perwerdehiyê didîtin ji ber mohra li derî hat xistin îro neçûn dibistanê û hemû polên dibistanê vala man. Ev mohrkirin bû sedema astengiya perwerdehiya bi sedan xwendekaran.
Mamosteyên dibistanê îro hatin ku biçin dibistanê ji ber deriyê hewşê hatibû qeflekirin, xwe di ser dîwarê hewşê de avêtin û ketin ketin hewşa dibistanê. Piştî demek kurt gelek polîs bi wesayîtên zirxî hatin ber dibistanê û nehiştin ku mamoste bikevin hûndirê dibistanê. Her wiha polîsan nansameyên mamsoteyên bi navê Mehmet Esen û Îpek Çelîk kontrol kirin. Piştî nîqaşên demek kurt a di navbera mamosteyan û polîsan de alozî bi dawî bû.
Pişt re polîs ji ber dibistanê çûn û mamoste jî ji ber dibistanê veqetiyan.
(rd-ra/bg)