Mufetîş li Şaredariya Mezin a Amedê lêkolîna çi dikin?
AMED (DÎHA) - Bi fermana Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, Serokatiya Daîreya Dîwana Muhasebatê 6 sermufettîşên mulkî şandin Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û lêkolînê dikin.
Wezareta Karên Hundir piştî bi biryarên KHK'ê qeyûm tayînî 27 şaredariyên DBP'ê kirin, niha jî dixwazin qeyûmê tayînî Şaredariyên Bajarên Mezin ên Mêrdîn, Amed û Wanê jî bikin. Li ser daxwaz û fermana Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, Serokatiya Daîreya Dîwana Muhasebatê bi dehan Sermufettîşên Mulkî şandin Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê û hefteyek e li van şaredariyan lêkolîn dikin. Serokê Dîwana Muhasebatê Seyit Ahmet Baş, di 5'ê Cotmehê de li ser fermana Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu sermufetiş şandin Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û lêkolîn berdwam dike.
Her çendî ku Wezîr Saylu di daxuyaniya xwe de diyar kiribû ku têkildardî şaredariyên DBP'ê lekolînek wan a taybet tune yên ku tên kirin lêkolinek asayî ye jî lêkolînên ku li Şaredariyên Bajarê Mezin a Amedê, Şaredaryia Peyasê tê kirin nîşan dide ku ne lêpirsînek asayî û rûtin e.
Heta niha gelek lêkolîn û venêrtinên hatin kirin ji aliyê mufetîşên asayî ve hatin kirin, lê vê carê ji aliyê mufetîşên taybet ku ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ve hatine peyvirdarkirin ve tên kirin. Bi fermana Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, Serokatiya Daîreya Dîwana Muhasebatê 6 sermufettîşên mulkî şandin Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û hefteyek e her roj tên lêkolînê dikin. Berê jî bi dehan caran Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji aliyê mufetîşan ve hatibû lêkolînkirin û tu nelirêtî nehatibû dîtin.
Heta niha gelek caran wekîlên AKP'ê peyam dan ku dê qeyûmê tayînî şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Merdînê bike û ev lêpirsîn balkêş e.
(mae)