DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Êrîşî bîranîna 10'ê Cotmehê kirin: 15 xwendekar binçav kirin

10 Cotmeh
11:16 2016

STENBOL (DÎHA) - Li Zanîngeha Îstanbolê, xwendekaren ku xwestin komkujiya 10'ê Cotmehê şermezar bikin rastî êrîşa polisan hatin. Di êrîşa polisan de 15 xwendekar hatin binçavkirin.

Xwendekarên Zanîngeha Îstanbolê, li ber Fakulteya Wêjeyê kom bûn û xwestin komkujiya 10'ê Cotmeha 2015'an a GAR'a Enqereyê şermezar bikin. Xwendekarên xwestin çalakiyê pêk bînin rastî êrîşa polîsan hatin. Xwendekarên ku li baxçeyê Polen Unlu çalakî pêk anîn, ji bo 101 şehîdên aştiyê rêz girtin. Piştre ji bo bîranîna 101 kesan helbest xwendin. Polîsên ku hatin cihê bûyerê mudaxaleyî çalakiyê kirin û buyer derket. Di êrişa polîsan de herî kêm 15 xwendekr hatin binçavkirin.

Kesên hatin binçavkirin û navê wan hatin hînbûn wiha ne: Yusuf Zihni Alan, Deniz Avcı û Taha Şamci.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN