Ligel hemû astengiyan her roj rastiyan radigihînin gel
AMED (DÎHA) - Di roja 11'ê cotmehê ku wek Roja Belavkariya Rojnameyan a Cîhanê tê pîrozkirin. Belavkarên rojnameya Azadiya Welat û Ozgur Gundemê destnîşan kirin ku ew ê wek Generalên Biçûk ên Apê Musa dê rastiyê bigîhînin gel û got ew li ser şopa hevalên wan hatin qetilkirin karê xwe didomînin.
Li cîhanê 11'ê Cotmehê her sal wek Roja Belavkariya Rojnameyan a Cîhanê tê pîrozkirin. Ji 1986’an vir ve ev roj tê pîrozkirin. Di salên 1862'an rojnameyên ku dihatin çapkirin xwendevan bi xwe diçûn û rojnameyên xwe ji çapxaneyan digirtin. Piştî van salan êdî rojname heya ber destê xwendevanan çû û bi xwe re jî karê belavkariyê anî. Li cîhanê bi hezaran belavkar hene. Di çapemenî û ragihandina nûçeyan de her çiqas navê belavkaran herî kêm xuya bike jî di bingeha xwe de keda herî zêde ji aliyê wan ve tê dayîn. Di berbanga sibehê de ligel hemû derfetên zor û zehmet de ji bo ku gel ji bûyerên rojane agahdar bibin kedeke mezin didin nîşandin. Li Kurdistan û Tirkiyê gelek belavkarên ku ji vê kevneşopiya çapemeniya azad tên jî an hatin kuştin, an hatin binçavkirin an jî bi îşkenceyan re rû bi rû man da ku gel ji rastiyan agahdar bibe.
Hatin qetilkirin jî lê kevneşopî didome
Piştî salên 1990’î di 14’ cotmeha 2014’an de belavkarê rojnameya Azadiya Welat Kadrî Bagdu ku dema rojname belav dikir ji aliye hêzên tarî vê li Edeneyê hatibû qetilkirin. Herê dawî 28’ê tebaxê polîsan bi ser buroya belavkariyê ya rojnameya Azadiya Welat a Amedê ve girt û 25 xebatkarên wê binçav kirin. Piştî kar û barên darizandinê belavkarê Azadiya Welat Arap Turan û Ferît Toprak bi îdiaya “Endamê rêxistinê ne” hatin girtin û li gel van belavkaran bi dehan belavkarê Azadiya Welat di girtîgehan de ne. Belavkarên rojnameya Azadiya Welat û Ozgur Gundemê ku ji vê kevneşopiya salên 1990’î tên li gel hemû zor û tundiya dewletê heya roja îro karê xwe didomînin. Belavkarên Rojnameya Azadiya Welat û Ozgurlukçu Demokrasî têkildarî 11’ê Cotmehê Roja Belavkariya Rojnameyan a Cîhanê ji DÎHA'yê re axivîn.
Hogir Boltan (26) ku ev 6 sal in li belavakriyê Azadiya Welat û Ozgurlukçu Demokrasiyê de dixebite diyar kir ku di nav kevneşopiya çanda çapemeniya kurd de karê belavkariyê serbilindî ye û got ku her roj heta nîvro 210 rojnameyan belav dike. Boltan got ku ew vî karê bi dildarî û evînek mezin dike.
‘Em ê li gel êrîşan rastiyê bigîhînin gel’
Boltan destnîşan kir ku ew di nav zîhnîyeteke qetlîamker de karê belavkariyê dike û wiha got: “Dewlet li ser me êrîşek psîkolojîk pêk tîne. Di heman demê de rewşa awarte jî heye. Em wek belavkarên çapemeniya azad li gel OHAL’ê jî karê xwe birûmetî û serbilindî dimeşînin. Dewlet di bin navê FETO de dixwaze çapameniya azad jî bêdeng bike û me ji vî karî dûr bixe. Televziyonên me jî girtin. Dewlet li ser me erîşan zêde dike. Lê her çiqas zext û zordarî hebin jî em ê dev ji karê xwe bernedin. Di sala 1994’an de çawa rojnameya me Ozgur Gundem hat bombekirin û hevalên me şehît ketin, lê dîsa jî me serê xwe netewand. Me çawa di wan salan de dengê gel ragihand û gihand ber destê xwendevanan. Em ê niha jî hin bêtir li ser kar bin û rastiya bigîhînin gel.”
‘Dewlet naxwaze gel rastiyê hîn bibe’
Boltan qetilkirina belavkarên di salên 90’î de hatin qetilkirin û rastî îşkenceyê hatin bi bîr xist û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em her tim dibêjin pênûsa Apê Musa nakeve û êm ê nivîsa pênûsa wî bigîhînin gel. Dewlet naxwaze gel nûçeyê rastî bibîne. Me qetil jî bikin em ê karê xwe bimeşînin.”
‘Em dengê gel in’
Belavkara rojnameya Azadiya Welat û Ozgurlukçu Demokrasiyê Leyla Yilmaz (24) diyar kir ku ji bo ew rastiyê bigîhînin civakê vê xebatê dike. Yilmaz da zanîn ku wê dev ji karê xwe taybet berdaye û bi dilxwazî li belavkariyê dixebite û wiha got: “Min ji berê ve ji karê belavkariyê hez dikir û dixwest bixebitim. Çênebû lê niha ev daxwaza min pêk hat û dixebitim. Gel jî eleqeyek mazin nîşanî karê belavkariyê dide. Her çiqas zor û zehmet be jî lê xebatek serbilind e. Tu êrîş û destdirêjî nikare me ji xebata me bike. Belavkarek her roj li qada xwe ji geşedanan agahdar e. Belavkarek pira di navbera civak û saziyên ragihandinê de ye. Em ê karê hevalên xwe şehît li erdê nehêlin û li ser şopa wan bimeşin. Niha ji bilî du televîzyonan hemû televîzyonên me hatin girtin. Em di şûna televîzyonan de jî dibin dengê gelê xwe.”
(rd-ra/bg)