Navên 5 kesên di teqînê de jiyana xwe ji dest da diyar bûn
COLEMÊRG (DÎHA) – Li navçeya Şemzînanê navên 5 kesên dema di çalakiya li dijî Qereqola Dûrê de jiyana xwe ji dest dan diyar bûn.
Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê, 5 navên ji 8 kesên dema teqîna li dijî Qereqola Dûrê de jiyana xwe ji dest dan diyar bûn. Navên 5 kesên jiyana xwe ji dest dan wiha ne: Sinan Erbaş (20), Oguz Uysal (24), Bahri Firat (29), Selami Çevik (31), Şemsettin Resasi (50)
Her wiha hin navên kesên di teqînê de birîndar bûn û dermankirina wan berdewam dikin jî wiha ne: Velat Ramadan, Portakal Vural, Cengiz Ataman, Varis Yilmaz, Basri Uysal, Fehmi Durmaz, Muhsin Can, Yaşar Sonmez, Mehmet Salih Firat, Veli Firat, ve Erdinç Yılmaz.
Hin welatiyên birîndar bûne sewqî nexweşxaneyên li Wanê hatin kirin û hin kes jî di nexweşxaneyên dewletê ya Şemzînan û Geverê de tên dermanikirin.
Her wiha di teqîna duh pêk hat de 10 miribûn û 11 leşker jî birîndar bûbûn.
(gka)