Polîsan êrîşî bîranîna 10'ê Cotmehêkirin - DEQEYA DAWÎ
ENQERE (DÎHA) - Koma ku xwest ji bo kesên di 10'ê Cotmehê de li GAR'a Trênê ya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, bibîr bînin, rastî êrîşa polîsan hat a bombeyên gazê û guleyên plastîk hatin. Di êrîşa polîsan de gelek çalakvan birîndar bûn.
Komek parazvanên mafên mirovan û nûneren saziyên civakî û demokratîk, bi armanca komkujiya 10'ê Cotmehê ya GAR'a Enqereyê şermezar bikin û kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bibîr bînin, xwesdin bernameya bîranînê pêk bînin. Koma ku li nokteyên cuda kom bûn û xwestin bimeşin GAR'ê rastî êrîşa polîsan hatin. Polîsan bi guleyên plastîk û ava şid mudaxale kir. Komên li ber Nexweşxaneya Numune, Qada Ataturk, Parka Gençlikê û Herêma Hipodromê kom bûn, xwistin bimeşin GAR'ê û kesên hatin qetilkirin bibîr bînin. Polîsan hemwext êrîşî koman kirin û guleyên plastîk û bombeyên gazê bikar anîn. Di êrîşa polîsan de gelek çalakvan birîndar bûn. Piştî êrîşa polîsan di navbera polîs û çalakvanan de pevçûn derket û alozî zêde bûn. Hevserokên Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattin Demirtaş ku beşdarî çalakiyê bûn jî ketin bin bandora êrîşan. Li gel koma HDP'ê gelek kesên din li ber bariyerên polîsan kom bûn.
Li gelek nokteyên herêma GAR'ê rageşî berdewam dike.
(mae)