DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Zaroka 13 salî revandin û mehra mûtayê lê birîn

 
10 Cotmeh
09:22 2016


RIHA (DÎHA) – Zaroka bi navê F.T. a 13 salî ya ku ji Sêwrega Rihayê wek xebatkara çandiniyê çû Xinûsa Erziromê hat revandin û ev 4 meh e tu agahî jê nayên wergirtin.

Zaroka bi navê F.T. a 13 salî ya ku ji Sêwrega Rihayê tevî malbata xwe wek xebatkara çandiniyê çû Xinûsa Erziromê hat revandin û li gel hemû hewldanên malbatê jî tu agahî jê nayên wergirtin. Malbata wê ya ku ji 12’ê hezîranê ve hay ji keça xwe tune ye, li benda agahiyekê ye.

F.T. a ku 7 xwişk û bira ne, ji malbatê yê herî biçûk e. F.T. li dibistanê diçû pola 7’emîn û ji bo xerciya xwe li gel karê çandiniyê, firoşeriya seyyar jî dikir û dema tevî malbata xwe ji bo karê çandiniyê çû gundê Halîl Çavûş ê Xinûsa Erziromê hat revandin. Piştî tê revandin, malbata wê serî li qereqol û dozgeriyê dide, lê tu encamê nagire. Kekê F.T., Mehmet T. îdia dike ku, xwişka wî ji aliyê malbateke ku bi hev re ji bo karê çandiniyê çûne Xinûsê ve hatiye revandin û behsa revandina xwişka xwe kir.

Kekê wê eware dikin û wê direvînin

Tûran diyar dike ku, roja bûyerê tevî xwişka xwe û malbata ku xwişka wî direvîne ji bo firotina çarşefan çûne gundan û got, ew wek karkerên çandiniyê çûne Xinûsê, lê belê di rojên baranî de wan çarşef jî difirotin û wiha got: “Yên xwişka min revandin cînarên me bûn. Dema em ji bo kar çûn amedê jî konên me li ber hev bûn. Em bi hev re ji bo karê çandiniyê çûn Xinûsê. Ez, Ahmet ê ku xwişka min revand, xwişka wî û xwişka min li gundan belav bûn. Di wê kêliyê de Ahmet, bi wesayîtê diçe gundê ku xwişka min çûyê û wê direvîne. Meleyê gundê Halîl Çavûşê jî dibîne ku xwişka min bi wesayîtê direvînin. Pêşî li wan geriyam, min ew nedîtin û saet di 12’ê şevê de çûm qereqolê.”

‘Mahra mûtayê lê birîn’

T. got ku, piştî bûyerê ew gelek caran li Ahmet Karacadag geriyane, lê belê malbata wî qebûl kir ku wan xwişka wî revandiye û gef lê xwarine. T. wiha axivî: “Me bihîst ku mahra mûtayê li xwişka min birîne. Em meleyê ku mahr biriye nas dikin. Malbata wî ji bo em dev ji wan berdin, tu pereyan teklîfî me dike. Vê carê gef li min xwarin û gotin heke tu dev ji gilikîrinê bernedî vê carê em ê diya te birevînin. Xwişka min hîn zarok e, Xwedê dizane niha bê di çi halî de ye.”

‘Bi qasî ku nikaribû nasnameya xwe li ser xwe bigerîne biçûk bû’

T. îdia kir ku, kesê ku xwişka wî revandiye li Amedê dijî û anî ziman ku, wî gelek caran serî li Dozgeriya Amedê jî daye û piştî hewldnana der barê Ahmet Karacadag de biryara girtinê hatiye dayîn. T. wiha behsa xeyalên xwişka xwe kir: “Xeyala xwişka min ew bû ku bibe mamoste. Wê ji xeyalên wê kirin. Heke dewlet tiştekî neke, êdî kî li derve jinekê bibîne dê wê desteser bike. Hat serê me, bila neyê serê tu kesê din. Ew hîn zarok bû. Bi qasî ku nikaribû nasnameya xwe li ser xwe bigerîne biçûk bû.” Piştî van gotinan Tûran, nasnameya xwişka xwe nîşan dide û diyar dibe ku xwişka wî di sala 2003’an de hatiye dinê.

‘Hat gotin ku 3 mêr bi îstîsmarî nêzî xwişka min bûne’

T. got ku, ew dikeve pêyî hemû îxbarên ku der baerê xwişka xwe de dibihîse û wiha axivî: “Muduriyeta Polîsan tenê ev ji min re gotiye, ‘çi hewce be em ê bikin’, lê ev bû 4 meh tiştek tune. Miriye, sax e? Em nizanin. Dibêjin me îfadeya malbata wî girtiye. Heke îfade wan hatibe girtin, roja ku xwişka min hat revandin, xwişka Ahmet, Seherê jî li wir bû. çima wê naxin binçavan. Bavê Ahmet li min geriya û got, ji heman malbatê 3 kes bi îstîsmara zayendî nêzî xwişka min bûne. Di vî warî de tim telefn ji me re tên.”

T. da zanîn ku xwişka wî bi rojan li ser erdan di nav heriyê de dixebitî û dest nîşan kir ku ew ê heta dawî dawê li malbata ku F.T.’yê revandine bike û wiha got: “Heta çonga xwe diket nav heriyê, lê dîsa jî dixebitî. Ji min xwestibû ku ez guharekî zêrî jê re bistînim. Ez tenê xwişka xwe dixwazim.”

‘Dema zarok bû li hemêza min radiket’

Dayika F.T., Besra T. j wiha axivî: “Min her sibeh serê wê dişûşt, porê wê şeh dikir û min ew dişand dibistanê. Ez dixwazim keça min dîsan li hemêza min rakeve. Hevalên wê yî dibistanê tên pirsa wê dikin. Bawer nakin ku hatiye revandin. Stûyê lênûsk û pênûsa wê xwar bûne. Kekê wê ji bo pola 8’emîn unîformayê dibistanê kirî. Keça min rojekê jî li xwe nekir. Tu şekirekî bidî keça min, tu yê karibî bixapînî. Tenê daxwaza min ez xwe bigihînimç wê ye.”

‘Ji ber nayên cezakirin, bi rihetî tevdigerin’

Bavê F.T., Hadî T. jî got ku, ew her sal ji bo têfikek bulxur li bajaran dixebitin û wiha axivî: “Ev bû 4 meh Ahet karacdag keça min revandiye. Wê firotin çi kirin? Sax e, miriye? Em nizanin. Ez keça xwe dixwazim. Dixwest bibe mamoste. Min 3 keçên xw enedan xwendin, ev a herî biçûk bû. Min got, bila bixwîne. Keça min nikare ji kesî re hevjîntiyê bike, ew hîn zarok e. Bila hûkemet çi hewce be bike êdî. Heman malbat careke din jî bi darê zorê jinek revandibûn. Dîsa sala çûyî kesekî kuştin. Ji ber ku nayên cezakirin, bi rihetî tevdigerin.”

(red)




ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN