DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Gel xwe ji zivistana bi rê de amade dike

 
10 Cotmeh
09:21 2016

AMED (DÎHA) – Bi hatina zivistanê re gelê Amedê amadekariyên xwe dike . Şêniyên gundê Şukurluya Çinarê ji aliyekî ve pişta malên xwe bi xweliyê nû dikin û ji aliyê din ve erzaq û pêdiviyên xwe yên zivistanê ji niha ve amade dikin.

Bi hatina zivistanê re li Kurdistan û Tirkiyeyê amadekariyên zivistanê jî destpêkirin. Li gundê Şukurlu yê Çinara Amedê niha lez û beza amadekariyan heye. Li aliyekî ji bo sermaye êzing hatine hurkirin û ji aliyê din ve jî ji bo ji şertên zivistanê biparêzin malên xwe yî bi kelpîç jî diselihînin.

Ji bo şewitandinê êzing tên komkirin

Ji derveyî gund dayikek di nava kokên stûr yên daran de xuya dike. Dayika Zuhre Dûran (65) di destê wê de melkes û bermayiyên hûr yên êzingan kom dike. Dûran diyar kir ku dê van bermayiyên hûr kom bike û ji bo ku di sobeyê de bişewitîne bibe mala xwe. Dûran da zanîn ku konserveyên bacan, bamya û penîr jî, ji bo zivistanê amade kiriye. Dûran wiha axivî: “Ez ji bo şewitandinê zibilê dewaran jî hişk dikim. Divê em hin êzingan ji bo şewatê jî bikirin. Niha ji ber pereyê min nîn e ez nikarim pişta mala xwe ji xweliyê nû bikim. Ji ber vê yekê ez ê di rojên pêş de golika xwe bifiroşim û pê pişta mala xwe çekim.”

Dîwar bi heriyê tên seyandin

Dayika bi navê Remziye Arli tevî keça xwe dîwarên axûrê xwe nû diseyînin. Arli aşkere kir ku ji bo debara xweliyê bi qewet be kayê tevlê dikin û wiha berdewam kir: “Ger her sal em çênekin dibe ku axûr bi ser sewalên me de bikeve. Em niha dîwarê axûrê xwe çêdikin ku hem ji bo zivistanê dilopa neke û hem jî ji bo sewalên di axur de necemidin. Ev 45 sal e her sal ez vî karî dikim.”

Gezan kom dike û dike melkes

Dayika bi navê Sûltan Soylû jî ji bo paqijiya mal û hewşa xwe ji xwezayê alîkariyê digire. Gihayê ku li derdora çem û cihên avî bi xwezayî derdikeve û wekî gez tê naskirin kom dike. Piştî komkirinê bi tayekî wan dike baq û kokê wan jî bi dasê jêdike. Soylu anî ziman ku melkesên ku çêdike dê di paqijkirina axûr û hewşa xwe de bikar bîne û wiha got: “Ez ji saetên serê sibehê de ji mal derketime û çûm nav erdan ku gezan peyda bikim. Zehmetiya ger û anîna wan heye.”


(ua/red)






ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN