DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

'Mirina zarokên me dê bibe sedema aştiya gelan'

 
10 Cotmeh
09:16 2016

ENQERE (DÎHA) – Malbatên welatiyên di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan diyar kirin ku ew bawer dikin ku mirina zarokên wan bibe sedema aştî û biratiya gelan.

Malbatên welatiyên bi navê Korkmaz Tedîk û Canberk Bakiş ên di 10’ê Cotmeha 2015’an de ji bo aştî û biratiya gelan daketin Qada Îstasyona Enqereyê û di bombeya xwekujiyê de jiyana xwe ji dest dan ji DÎHA’yê re axivîn. Malbatan diyar kirin ku wan canê zarokê xwe ji bo aştî û biratiya gelan dan û xwestin berdêla canê zarokên wan aştî be.

‘Min ji bo aştiyê canê kurê xwe da’

Dayika Korkmaz Tekîn Zohre Tekîn got ku kurê wê ji bo aştiyê hat Enqereyê û wiha axivî: “Çawa ku salek berê kurê min ji bo aştî û biratiya gelan hat Enqereyê û bû hedefa çetevarî em jî dê sibe ji bo biratiya gelan cihê ku ew şehîd ketin aştî û biratiyê biqîrin. Me canê zarokên xwe ji bo aştiyê da. Divê ku dewlet bedela wan canên zarokên me aştiyê bide. Ger aştî li vî welatî hebûyana ev komkujî dê pêk nehatibûyana.”

‘Divê dewlet gav biavêje’

Tekîn diyar kir ku tekane çareseriya pirsgirêkan biratiya gelan e û axaftina xwe wiha domand: “Dıvê ku demildest dewlet ji bo aştiyê gav biavêje. Heta ku dewlet gav neavêje ev pirsgirêk nayên çareserkirin. Me ji bo biratiya gelan canê zarokên xwe da dîsa jî em diqîrin êdî bes e bila tu kes nemir e. Bila neyê ji bîr kirin yên ku sala borî hatin qadê ji bo qîrkirina aştiyek mayînde hatibûn. Êdî bes e em naxwazin kes bimir e. Werin gav biavêjin û bila tu dayik û bav van komkujiyan nebînin.”

‘Dawiya her şerî aştî ye’

Tekîn bal kişand ser şerê ev saleke bê navber didome û wiha berdewam kir: “Ev saleke li bajarên Bakurê Kurdistanê şerek taybet tê meşandin. Di encama vî şerî de polîs, leşker û sivîl tên kuştin. Em naxwazin leşker, polîs û gerîla bimirin. Dawiya her şerî aştî ye. Werin dereng nemînin dest bidin hev û vî şerî rawestînin.”

‘Kurê min elçiyê aştiyê bû’

Dayika Canberk Bakiş ê ku li Zanîngeha Aydinê dixwend û di mitînga aştiyê ya li Enqereyê de jiyana xwe ji dest da Naîme Bakiş jî bi bîr anîna salvegera komkujiyê ji Meletiyê hat Enqereyê got ku ew ê şopdarê riya kurê xwe be û wiha axivî: “Kurê min her tim di nav çalakiyên aştiyê de cîh digirt. Kurê min xwest ku ji bo aştiyê bibe elçî. Lê bi awayekî hovane ji aliyê hêzên çete ve hat qetilkirin. Çawa ku kurê min ji bo aştiyê bû elçî û jiyana xwe ji dest da ez ê jî wekî kurê xwe her tim ji bo aştiyê dengekî bilind biqîrim û bibim şopdarê riya kurê xwe yê ezîz.”

‘Kurê min ji bo Kobanê alîkarî kir’

Naîme Bakiş destnîşan kir ku kurê wê Canberk ji bo Kobanê alîkarî kir û axaftina xwe wiha domand: “Canberk hêj 19 salîbû. Lê dilê wî wekî deryayek bê bin û kûr bû. Dema berxwedana Kobanê kurê min hin hevalên xwe dan cem xwe û Tirek tejê ji bo zarokên Kobanê cil û leyistok rêkirin. Sûcê Canberkê min tenê xwestina aştiyê bû. Gelek balkêşe yên ku vî welatî aştiyê dixwezin an tên qetilkirin an jî tên girtin. Banga min ji rayedarên dewletê ye hûn nikarin gelê aştîxwez bi qetilkirin û girtinan xilas bikin.”

‘Dewlet çavê xwe ji komkujiyan re digire'

Bavê Canberk Bakiş Abdullah Bakiş jî da zanîn ku hêzên ku ji mirovahiyê tu ders negirtin kurê wî ji destê wî stendin û ev tişt anîn ziman: “Li cîhanê her tim hêzên tarî ên wekî DAIŞ’Ê hene. Lê em hemû dizanin DAIŞ dijminê ol û mirovahiyê ye û bi hezaran endamên niha li Tirkiyeyê dijîn. Dewlet jî dizane dê ew çete li Tirkiyeyê komkujiyan pêk bînin, lê dewlet çavên xwe digire û naxwaze wan bibîne. Hesaba wan zarok, kal, pîr, ciwan û jinan dê dewlet bide. Em dev ji vê doza xwe bernadin.”

‘Em ê rojek geş ava bikin’

Abdullah Bakiş herî dawî ev tişt gotin: “Çi hêz hêza azadî û aştîxwez a mezintir nîn e. Em ê gelê azadî û aştîxwez rojekê teqez aştîyek mayînde bînin vî welatî. Dewlet çiqas bireve em ê jî ewqas pey wan biçin û mafê xwe ji destê wan bistînin. Dibe ku wan roja me tarî kiribin lê em ê ji bo zarokên ku niha tên dinê rojek geş û xweş ava bikin.”

(fd/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN