Karkerên jin 5 tl karsaz 130 tl qezenç dikin
ÎZMÎR (DÎHA) - Jinên kurd ên li Îzmirê karên şuştina mîdyeyan dikin, li hemberî şuştina beroşek mîdye 5 TL qezenç dikin. Karsaz jî ji heman peroşê 130 TL qezenç dikin.
Jinên kurd ên li navçeya Kadifekale ya Îzmirê karên ber destan û seyar dikin, bi kedek zêde û heqê erzan dixebitin. Jinên ku şuştina mîdyeyan dikin kedek gelek mezin didin, lê karsaz 10 qat ango 20 qat ji wan zêdedir qezeç dike. 6 jinên kurd ên li Kadifekale dijîn her roj saet di 07.00'an de dest bi şuştina midyeyan dikin û rojê 15 saetan dixebitin. Jinên ku karê şuştinê dikin, serê satila midyeyê bi 5 TL û serê telîsê midyeyan jî bi 6 TL dişon û dadigirin. Jinên karê paqijî û şuştina midyeyan dikin di nava avê de paqijiyê dikin û tenduristiya wan di navaxeterê de ye. Ji ber şert û mercên xerab talûkeyên nexweşiyan gelek zêde ne. Jinên ku bi rojê karê paqijiyê dikin bi şevê jî diçin malê karê çêkirina xwarin û paqijiya malê dikin.
Karker bi 5 TL karsaz jî bi 130 TL dixebitin
Jina bi navê Naze Ayata diya kir ku rojê nêzî 15 saetan karê paqijiya midyeyan dike û ji ber vî karî nikare wextê xwe ji zarokên xwe re biqetîne. Nazê Ayata anî ziman ku rojê 6-7 beroj midyeyan paqij dike û hundirê wan tije birinc dike. Nazê da zanîn ku serê satilê 5 TL distîne, lê karsaz satila midyeyan rojê bi 130 TL difiroşe.
Ayata, anî ziman ku keda wan tê xwarin wiha got: "Keda me tê xwarin. Em her em di nava avê dene. Tenduristiya me di nava talûkeyê de ye. Em serê telîs 6 TL distînin.
Jina 40 salî Selima Can ku 28 sal berê ji ber şer koçî Kadîfekale kir jî wiha got: "Kira min a malê 225 TL ye. Ji bo derbarê ez bikim neçarim vî karî bikim. Ez kevir û qirêjiya midyeyan paqij dikim. Midyeyan dişom. Em her dem di nava avê dene. Ez li gel keça xwe rojê 10 telîs midye paqij dikim. Her sadilekê bi 6 TL'yan paqij dikim. Em herdu rojê bi 60 TL qezenç dikim. Lê dema ez êvarî diçim malê li 5 zarokan dinerim. Karê malê dikim."
(mae)