DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Midûrê Perwerdehiya Neteweyî: Ne bijîşk mamostetî, şivanî li we tê

 
10 Cotmeh
09:10 2016

MÛŞ (DÎHA) - Midûrê Pirwerdehiya Neteweyî ya Gimgimê Nurî Saît Yetkîner ê çû serdana dibistanan di polekî de pirsa "Dema ku hûn mezin bin dixwazin bibin çi" li xwendakaran kir û piştre jî gotinên skandal ê "bijişîk û mamostetî li we nayê hûn bibin şivan, şivanî li we tê" bi kar anî ji bo xwendekarên keç re jî gotina "hûn jî bibin jina malê" bi kar anî.

Li navçeya Gimgimê ya Mûşê Midûrê Pirwerdehiya Neteweyî ya Gimgimê Nurî Saît Yetkîner çû serdana Dibistana Seretayî ya Alagozê û gotinên standal bi bîr anî. Yetkîner li dibistanê çû pola 4/A û bi xwendekaran re hat cem hev. Midûr pirsa "hûn dema ku mezin bibin dixwazin bibin çi" ji xwendekaran pirsî û bersiva "bijişk û mamoste" girt, midûr ev bersiv neaciband û gotina "bijişîk û mamostetî li we nayê hûn bibin şivan, şivanî li we tê" bi kar anî ji xwendekarên keç re jî gotina "hûn jî bibin jina malê." bi kar anî.

'Çi dikin kurdino'

Ji xwendekarên pola 4/A Berfîn Kiziltaş têkîldarî tiştên ku qewimî vegot. Kiziltaş anî ziman ku beriya hefteyekî Yetkîner bi gotina "çi dikin kurdino" ya wekî henekê xwe bike hatiye pola wan.

Kiziltaş got ku Yetkîner di polê de pirsa "ji Severan kesek li polê heye" kiriye û wiha berdewam kir: "Me got ku na. Piştre çû cem keçxala min. Pirsa navê te çi ye kir. Wê jî gote Pelîn Kiziltaş. Li ser vî pirsa navê bavê te çi ye kir. Wê jî gote Rahmî Kiziltaş. Piştre jî gote bila Kiziltaş destên xwe rakin. Me jî destên xwe rakir. 8-9 kes bûn. Gote Kiziltaş çiqas pir in. Piştre ji çû cem xizmên me "muhammet û Baran. Pirsa hûn dema mezin bibin hûnê bibin çi ji wan kir. Wan jî bersiva bijîk û mamoste dan. Midûr jî bijîşk û mamostetî li we nayê hûn bibin şivan. Şivanî li we tê. Ji xwendekarên keç re jî gotina hûn jî bibin jina malê bi kar anî."

Li hemberî gotinên faşîst nerazîbûn

Gotinên Yetkîner ên faşîzan bû sedema nerazîbûnan û malbatên xwe zarokên xwe dişînin dibistanan jî bi fikar in.

Li aliyê din bavê Pelîn Kiziltaş Rahmî Kiziltaş di dema qedexeya derketina kolanan a di 16-17'ê tebaxa 2015'an de ji aliyê hêzên dewletê ve hatibû qetilkirin.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN