Doç. Dr. Bakirezer: Li hemberî astengkirinan divê civak sûc bike
KOCAELÎ (DÎHA) - Doç. Dr. Guven Bakirezer diyar kir ku li Tirkiyeyê li dijî pêkanînan divê riyên çareseriyê yên radîkal bê gerandin û wiha got: "Li dijî kesên ku kîjan fikr rewa ye, kîjan nerewa ye sînoran çêdikin divê em bi komî sûc bikin."
Ji akademîsyenên ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) ve ji Zanîngeha Kocaeliyê (KOU) ji peywir hat girtin Doç. Dr. Guven Bakirezer girtina televîzyon û daryoyên muhalîf û kurdan, astengkirina azadiya fikr û îfadeyê nirxand. Bakirezer anî ziman ku azadiya fikr peyvekî îzafî ye û wiha berdewam kir: "Tirkiye di warê azadiya îfadekirinê de pir paşve maye ev rastiyekî nayê nîqaşkirin e. Bu taybetî ev çend salên dawî ne bêhtir xirabtir dibe. Herî dawî girtina televîzyon û radyonan vê nîşan dide. Di heman demê de bi pêkûtiyan ve jî astengî hene."
Bakirezer destnîşan kir ku AKP dixwaze fikrên "rewa" di nava sînorê xwe de diyar bike, kîjan fikr rewa ye, kîjan nerewa ye kesek nikare biryara vê bide ji ber vê yekê jî hemû astengkirin tê wateya sînorkirina azadiya fikr û wiha got: "Azadiya fikr. bi riya partiyekî siyasî an jî qanûnekî nikare bê astengkirin. Ev mafek e."
'Qabiliyeta civakê ya pirsyarkirinê winda dibe'
Bakirezer wiha berdewam kir: "Kîjan fikr rewa ye anîna ziman û di vî çarçoveyê de xwe xwedî tasaraf dîten îdiaya heqîqetê ye. Kîjar fikr rewa ye ev gotin û di warê exlaqî de nepêkan e. Lê îxtidar dema ku vê dibêje tiştên li pişt exlaqê wî, ango wekî ku heqîqet ew e, kîjan fikr mafdar e kîjan nîne, kîjan ji bo ewlehiya neteweyî pêwîst e nîne, di nava xwe de diyar dike û biryarê dide, bi sînor dike." Bakirezer anî ziman ku bi vî rengî qabiliyeta pirsyarkirinê ya civakî winda dibe.
'Dema ez bibêjim qaşo serokomar ez ê bêm darizandin'
Bakirezer destnîşan kir ku hikûmet bi hemû kanalên xwe ve dixwaze rastbûna nêrîna xwe bide qebûlkirin, dengê li dijî xwe hemûyan bêdeng dike. Bakirezed bilêv kir ku hikûmeta AKP'ê çapemeniyê di tekela xwe de bi kar tîne û wiha berdewam kir: "Ji ber ku çapemeniyê di tekela xwe de bi kar tîne dema ku me belavoka aştiyê îmze kir me wekî 'akademîsyenên qaşo' îlan dika. Mînak ez bibêjim 'qaşo serokomar' kesekî nebîhize û jibilî vê jî dê doz bê vekirin."
'Azadiya fikr di nava sînorê îxtidarê de ye'
Bakirezer da zanîn ku ji ber daxwaza aştiyê ji zanîngehê hatine durxistin, tenê dixwazin pirsgirêka kurd bi riyên aştiyane bê çareserkirin. Bakirezer got ku azadiya fikr di nava sînorê îxtidara siyasî de ye.
Bakirezer herî dawî wiha got: "Tişta ku bê kirin divê êdî yên radikal bin. Heke pirsgirêk îfadekirina xwe be li aliyekî divî em riyên alternatîf bibînin. Li aliyê din jî divê em sûc bikin. Li dijî kesên ku kîjan fikr rewa ye, kîjan nerewa ye sînoran çêdikin divê em bi komî sûc bikin."
(sa)