DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Ji bo malbatan bibînin ketin rojiya mirinê

 
10 Cotmeh
09:06 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê 2 girtilan ji bo ku sewqî Şirnexê bên kirin greva birçîbûnê ya 47 roj in didomînin veguherandin rojiya mirinê.

Girtiyên bi navê Lokman Kulter û Methî Kaya yên li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê dimînin ji bo bên sewqkirin greva birçîbûnê ya 47 roj in dabûn destpêkirin biryara veguherandina rojiya mirinê kirin.

Ji girtiyan Lokman Kulter beriya 6 mehan sewqî Bafrayê hat kirin û derfetên hevdîtina bi malbata wî ya li Şirnexê ye nema. Hevser û zarokên wî ji ber operasyonan ji Şirnexê koçî gundan kirin û li vir di konan de jiyana xwe didomînin. Malbata ku ji ber derfetên wan tuneye û nikarin biçin hevdîtinê dixwazin Kulter sewqî Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê bê kirin. Kulter ligel ku gelek caran ji bo sewqê daxwazname da jî ev nehat qebûlkirin.


3 sal in nikare malbata xwe bibîne

Methî Kaya yê ku bi Kulter re li heman qawîşê dimîne jî di greva birçîbûnê de ye. Kaya 5 sal in li girtîgehên cuda yên Deryaya Reş maye. Malbata wî li Zaxo ya başûrê Kurdistanê ye 3 sal in nikarin bên hevdîtina Kaya.

Roj bi roj dihelin...

Kaya û Kulter ê ku ji bo sewqî girtîgeha Şirnexê yan jî nêzî win bên kirin greva ku dane destpêkirin 47 roj in didome. Di nameya ku der barê rewşa wan hate parvekirin de hate hînbûn ku Kulter 22 kîlo wnda kirine tansiyona wî jî 8-5/9-6 e, Kaya jî 15 kîlo wina kiriye û madê wî diqele, ji ber cîgerên wî nikare bêhnê bigire, pirsgirêka tansiyonê dijî, bi tena serê xwe nikare bimeşe.

Greva birçîbûnê ya ku herdu girtiyan dane destpêkirin ji ber ku daxwazên wan nehat qebûlkirin dê îro veguherînin rojiya mirinê.

Apê Kulter, Cemîl Kulter diyar kir ku malbatê bi Lokman re bi telefonê axiviye û gotiye ku dê çalakiya xwe veguherînin rojiya mirinê. Kulter bilêv kir ku Lokman 7 sal in di girtîgehê de ye û beriya 6 salan ji Şirnexê sirgûnê Bafrayê hatiye kirin. Kulter got ku 4 zarokên biraziyê wî hene û ji ber ku derfetên wan tuneye bi mehan e nikarin biçin hevdîtinê xwest daxwaza girtiyan bê qebûlkirin.

Wekî kurteya Tirkiyeyê ye

Kulter ê 7 sal in girtî ye ewil di 15 saliya xwe de bi îdiaya "endamê rêxistinê ye" hat girtin û cezaya muebetê lê hat birîn. 13 salan li girtîgehê ma û ji ber ku Dadgeha Bilind dosya xira kir Kulter di 2005'an de dema 28 salî bû ji girtîgehê derket. Lê ji ber ku dadgehê berdewam kir Kulter vê carê 36 sal ceza girt û di 2009'an de careke din kete girtîgehê.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN