Parêzera Çomak: Dadger, biryara dadgeha leşkerî esas girt
YASÎN KOBULAN
STENBOL (DÎHA) - Nivîskar Îlhan Samî Çomak piştî darizandina 22 salan hat cezakirin û rastî cezayê muebetê hat. Parêzera Çomak Several Ballikaya, diyar kir ku biryar li dijî darizandina adîl e û wiha got: "Dadgehê bi delîlên dadgeha leşkeran biryar da. Dadgehê biryara DMME'ê li ber çavan negirt û biryara berê dubare kir. Ev li dijî hiqûqî ye."
Xwendekarê Zanîngeha Stenbolê û nivîskar Îlhan Samî Çomak ku di sala 1994'an de hat girtin, piştî darizandina 22 salan rasti cezayê muebetê hat. Parêzera Îlhan Samî Çomak Sevaral Ballikaya, biryara 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê nirxand û diyar kir ku biryar li dijî heq û hiqûqê ye.
Ballikaya, anî ziman ku biryara dadgehê berê jî diyar bû û wiha got: "DMME'ê der barê Îlhan de biryara ji nûve darizandinê da. Lê piştî biryara DMME'ê 8 salan dîsa darizandinê berdewam kir. Ji ber ku darizandin ew qas dirêj bû diyar bû ku dê ceza bike. Ew qas dirêjkirina darizandinê bi xwe îhlal e. Ji bo ser vê îhlalê meşrû bikin ceza birîn.
Prz. Balikaya, anî ziman ku Çomak di bin çavan de rastî îşkenceyê hat û bi zora îşkenceyê mafê parastinê hat îhlalkirin. Ballikaya, da zanîn ku DMME'ê biryar da ku darizandina berê tenê li ser delîlên dadgeha leşkerî hatine amadkirin û îfadeya şahidan li ber çavan nehatiye girtin. Di biryara DMME'ê de hat gotin ku biryara dadgehê ya der barê Îlhan de hatiye dayîn şaş e û xwest ji nûve bê darizandin.
'Biryar nebû suprîz'
Ballikaya, da zanîn ku piştî pêvajoya ji nûve darizandinê dest pê kir wan hemû delîl û nerazîbûn bi belge pêşkêş kir, lê hemû delîl û belgeyên wan tev hatin redkirin û li ber çavan nehat girtin û wiha got: "Li gel ku Îlhan beşdarî rûniştinan nebû û parastin nekir jî dadgehê ji wan xwest parastinê bikin. Le mafê bersîv ê herî rewa parastinê bike. Daxwaza meya bila muwekilê me parastinê bike hat redkirin. Ji ber helwesta dadgehê hemû parêzeran salon terk kirin. Ji ber parêzerên Îlhan biparezin nema, rûniştin taloqî 5 rojên din kir. Ji ber vê yekê biryara ku 5 roj şûnde dan ji bo me nebû suprîz.
Daraza Tirkiye hêvî nade
Ballikaya, da zanîn ku piştî darizandina 22 salan a Îlhan samî Çomak diviya bû bihata berdan, lê rastî ceza hat û ji ber helwest û feraseta dadgehên Tirkiye heviya wan zêde tune ye û wiha got: "Ji bo darizandin û biryake adîl û hiqûqî pêdivî bi darizandinek serbixwe û objektif heye.
'Dadgeh ne serbixwe ye'
Ballikaya, destnîşan kir ku wan gelek biryarên mînak nîşan dan û wiha got: "Me mînakên dozên Balyoz, Ergenekon, Aziz Yildırım, Salih Mirzabeyoglu, Salîh Îzzet Erdiş dan. Hemû bersûc hatin berdan. Lê li hemberî vê mînakê tenê ji bo kurdên çepgir biryarên bi vî rengî tên dayîn. Li gorî xala TCK a 125'an a cezayê muebetê mafê ji nûve darizandinê tune ye. Ev nîşan dide ku dadgeh ne bê alî ye. Ji bo bêje dadgeh ne bê alîye divê berî her tiştî xwe ji bandora siyasetê rizgar bike. Lê ji bo darizandina kurdan ne wisa ye.
Biryar li dijî PMME'ê ye
Balikaya ani ziman ku biryar li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropa (PMME) û Dadgeha Madgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ye. Ballikaya, anî ziman ku dadgehê delîlên dadgeha leşkerî esas girtiye û îtîraza DMME'ê li ber çavan negirtiye û îhlal kiriye. Ji ber vê yekê biryara niha hat dayîn dubareya biryara dadgeha leşkerî ye.
'Em dê mafê xwe yê zagonî bikar bînin
Ballikaya, da zanîn ku ew dê mafê xwe yê temyîzê û zagonî bikar bînin û piştî encama temyîzê dê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) û DMME'ê bidin.
(mae)