Radyo Dunya dibe mêvanên malan!
EDENE (DÎHA) - Xebatkarên Radyo Dunya ya ku ji aliyê îktidarê ve hat girtin her hefte li taxên cuda li ser çapemeniya civakê bi guhdarên xwe re tê cem hev diyar kirin ku pêwîst be ew ê mal bi mal, kolan bi kolan bi gel re bên cem hev û weşanan xwe bidomînin.
Radyo Dunya ya ku li Edeneyê weşan dikir a ji aliyê îxtidara AKP'ê ve hati girtin û deriyê wê hat mohrkirin li ser çapemeniya civakî xwi digihîne guhdarên xwe. Xebatkarên radyoyê ku her hefte bi bernameyên xwe ve li cihên cuda xwe digihandin guhdarên xwe ligel nehiqûqiyê bi biryar in ku dengê xwe bigihînin guhdaran. Pêşkêşvanêy bernameya "Şevberka Dengbêja Denge Bê Sinor" a li ser çanda dengêjiyê bû ku gelek eleqe didît Zulkuf Tezkorkmaz diyar kir ku ligel girtinê ew ê bi bernameyên xwe ve bi gel re bin.
Tezkorkmaz bi bîr xist ku radyo ji 1992'yan heta niha weşanê dike û hemû îxtidaran pêkûtî li radyoya wan kiriye lê cara yekem e ku deriyê wan hatiye mohrkirin. Tezkorkmaz bilêv kir ku nehiqûqiyeke mezin li dijî radyo û televîzyonan tê kirin û wiha berdewam kir: "Radyo Dunya bi frekansa 107.0 ve xwe digihand guhdaran. Li vir nûçe û bernameyên taybet dihatin amadekirin. Bernameya dengbêjiyê ya ku me çêdikir jî ji 2009'an heta niha berdewam dike. Me li ser çand û hunera kurdî bername çêdikir. Dema ku em çanda dengbêjiyê dinêrin ziman û çanda gel û neteweyekî heye."
'Em ê mal bi mal weşana xwe bidomînin'
Tezkorkmaz destnîşan kir ku bi riya radyoyê heta ku ji destê wan tê çanda dengbêjiyê ji nifşan re ragihandine û wiha pêde çû: "Divê gelê Edeneyê xwedî li Radyo Dunya derkevin. Divê hemû kes xwedî li radyoyê derkevin û çi ji destên wan tê bikin."
Gerînendeya Weşanê ya Giştî Medîna Gumeş jî anî ziman ku ji bo radyo dîsa dest bi weşanê bike çi ji destê wan tê dê bikin, têkoşîna xwe bidomînin niha bi riya çapemeniya civakî bernameya denbêjiyê didomînin û pêwîst be ew ê mal bi mal, kolan bi kolan bi gel re bên cem hev û weşanên xwe bidomînin.
Gumuş got ku dibe ku deriyê wan ahtibe mohrkirin lê nikarin dengê wan qut bikin. Gumuş xwest ku guhdar ji bo weşanên wan ên li ser çapemeniya civakî piştgiriyê bidin wan, bi wan re bin. Gumiş wiha axivî: "Em ê li kolanan bi gel re bin. Di serî de cade em ê li her qadê bi gel re bin. Em dixwazin gelê me ji dengê me re bibin deng."
(sa)