DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojev

ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

10 Cotmeh
09:00 2016

* Bi şerê Sûriyeyê re tedbîrên leşkerî yên li sînorê Sûriye û Tirkiyeyê tên girtin dike ku welatiyên li gundê sînor dijîn koçî navenda bajar bikin.

* Radyo Dunya ya ku ji aliyê îtidarê ve hat girtin her hefte li taxên cuda li ser çapemeniya civakê bi guhdarên xwe re tê cem hev diyar kirin ku pêwîst be ew ê mal bi mal, kolan bi kolan bi gel re bên cem hev û weşanan xwe bidomînin.

* Nivîskar Îlhan Samî Çomak piştî darizandina 22 salan hat cezakirin û rastî cezayê muebetê hat. Parêzera Çomak Several Ballikaya, diyar kir ku biryar li dijî darizandina adîl e û wiha got: "Dadgehê bi delîlên dadgeha leşkeran biryar da. Dadgehê biryara DMME'ê li ber çavan negirt û biryara berê dubare kir. Ev li dijî hiqûqî ye.

* Li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê 2 girtilan ji bo ku sewqî Şirnexê bên kirin greva birçîbûnê ya 47 roj in didomînin veguherandin rojiya mirinê.

* Doç. Dr. Guven Bakirezer diyar kir ku li Tirkiyeyê li dijî pêkanînan divê riyên çareseriyê yên radîkal bê gerandin û wiha got: "Li dijî kesên ku kîjan fikr rewa ye, kîjan nerewa ye sînoran çêdikin divê em bi komî sûc bikin."

* Midûrê Pirwerdehiya Neteweyî ya Gimgimê Nurî Saît Yetkîner ê çû serdana dibistanan di polekî de pirsa "Dema ku hûn mezin bin dixwazin bibin çi" li xwendakaran kir û piştre jî gotinên skandal ê "bijişîk û mamostetî li we nayê hûn bibin şivan, şivanî li we tê" bi kar anî ji bo xwendekarên keç re jî gotina "hûn jî bibin jina malê" bi kar anî.

* Şehîdên Aştiyê Ayşe Deniz û Berna Koç ku di 10'ê Cotmehê de hatin qetilkirin li pey xwe kenê xwe û daxwaza aştiyê hiştin û çûn. Hevalên wan diyar kirin ku di demek kin de di nava têkoşînê de cih girtin, lê bi ken û xebatên xwe cihê xwe di dilan de çêkirin.

* Alîkara Hevşaredarê Qelqeliyê Elîf Yîgît li hemberî girtina Kreşa Alan Kurdî ya bi fermana qeyûm Serdar Karal nerazîbûn nîşan da û ev pêkanîn wekî "pêkanîna faşîst" bi nav kir.

* Malbatên welatiyên di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan diyar kirin ku ew bawer dikin ku mirina zarokên wan bibe sedema aştî û biratiya gelan.

* Bi hatina zivistanê re gelê Amedê amadekariyên xwe dike . Şêniyên gundê Şukurluya Çinarê ji aliyekî ve pişta malên xwe bi xweliyê nû dikin û ji aliyê din ve erzaq û pêdiviyên xwe yên zivistanê ji niha ve amade dikin.

* Zaroka bi navê F.T. a 13 salî ya ku ji Sêwrega Rihayê wek xebatkara çandiniyê çû Xinûsa Erziromê hat revandin û ev 4 meh e tu agahî jê nayên wergirtin.

* Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Mêrdînê Parêzer Erdal Kûzû diyar kir ku, stratejiya ku dewlet nikaribû bi salan li hemberî siyaseta kurd pêk bîne, bi riya OHAL’ê xist meriyetê û disepîne.

* Roja 11'ê cotmehê wek Roja Belavkariya Rojnameyan a Cîhanê tê pîrozkirin. Belavkarên rojnameya Azadiya Welat û Ozgur Gundemê destnîşan kirin ku ew ê wek Generalên Biçûk ên Apê Musa dê rastiyê bigîhînin gel û got ew li ser şopa hevalên wan hatin qetilkirin karê xwe didomînin.

* Li Edene, Mêrsîn, Stenbol û Dersimê kesên ku di qatlîama Enqereyê ya 10'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan bi bernameyên cur bi cur bên bibîranîn.
(10.00- 19.00) BI DÎMEN E

* Kesên ku di qatlîama Ennqereyê ya 10'ê Cotmena 2015'an de hatin qetilkirin dê li Enqereyê bi bernameyê ve bên bibîranîn. (10.04) BI DÎMEN E

* Xebatkarên radyo û televîzyonên ku bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de (KHK) ve hatin girtin ji bo şermezarkirina biryarê dê li Cemiyeta Rojnamegerên Başûrêrojhilat daxuyaniyê bidin û piştre jî dest bi çalakiya rûniştinê bikin. (11.00) BI DÎMEN E

JIN

* Jinên kurd ên li Îzmirê karên şuştina mîdyeyan dikin, li hemberî şuştina beroşek mîdye 5 TL qezenç dikin. Karsaz jî ji heman peroşê 130 TL qezenç dikin.

ÇAND Û HUNER

* Mehmet Ûzûn ê beriya 9 salan wefat kir, bi romanûsiya xwe hay ji binheşiya kolektîf a civaka xwe hebû û di wan demên ku tu kesî bawer nedikir dê zimanê kurdî ji bilî zimanê wêjeyeke klasîk wirdetir biçe, bi estetîzmeke xurt, bi qîrîna dengbêjiyeke ku dîroka welatekî li xwe nixumandiye, hem romana kurdî hem jî zimanê kurdî li raya cîhanê dubare da îspatkirin û di dîroka wêjeya kurdî de wek berxwdêrê romana kurdî ya modern cihê xwe girt.

* Li Galeriya Avahiya Xizmeyê ya Şaredariya Çankayayê bi mijara "Qatlîama Enqereyê ji bîn neke" dê pêşangeha wêneyan bê vekirin. (13.00) BI DÎMEN E

ABORÎ

* Serokê GUNGÎAD’ê Hakan Akbal, der barê encamên Şert û Mercên Dahat û Jiyanê yên herêmî de axivî, dest nîşan kir ku, dê tu razemendiyek di nêvengeke şerî de razemeniyê neke û wiha got: “Teşwîqa herî mezin aşitî ye.”




ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN