Serokê nû yê Baroya Amedê Ahmet Ozmen
AMED (DÎHA) - Di hilbijartina 45'emîn a Kongreya Asayî ya Baroya Amedê de Parêzer Ahmet Ozmen, bi 418 dengan wek serokê baroyê wat hilbijartin.
Baroya Amedê, 45'emîn Kongreya Giştî ya Asayî li Navenda Çandê ya Cegerxwînê li dar xist. Kongre îthafî Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî yê ku li Sûra Amedê hat qetilkirin û endamê Lijneya Baroyê Parêzer Onder Ungur ê ku di qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest da hat kirin. Di kongreyê de parêzer Mesût Beştaş û Ahmet Ozmen ji bo serokatiyê ketin hilbijartinê. Karê dengdayînê serê sibê saet di 09.00'an de dest pê kir û êvarî saet di 17.00'an de bi dawî bû.
Di hilbijartina ku 1015 parêzer qeydî baroyê bûn de, rêjeya beşdarbûyî ji sedî 80 bû. Piştî karên hilbijartinê Parêzer Ahmet Ozmen ji bo serokatiya baroyê hat hilbijartin. Ozmen di hilbijartinê de 418 deng, Beştaş jî 385 deng girtin.
Her wiha ji bo Lijneya Rêveberiya Baroyê jî Nahît Eren, Serhat Eren, Velat Alan, Îmran Gokdere, Cîhan Ulsen, Ahmet Dag, Sertaç Bûlûttekîn, Mehmet Neşet Gîresûn, Nûşîn Ûysal û Mahsûm Bati hatin hilbijartin.
(red)