Di çalakiya Şemzînanê de 2 leşker winda ne
COLEMÊRG (DÎHA) – Li navçeya Şemzînanê di çalakiya li dijî Qereqola Dûrê de hat aşkerekirin ku 2 leşker winda ne. Her wiha çavkaniyên herêmî ragihandin ku hin cerdevanên 24 saet nobetê digirtin jî, jiyana xwe ji dest dane.
Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê detayên çalakiya li dijî Qereqola Dûrê ya 17 kîlometre dûrî navendê ye hêdî hêdî aşkere dibin. Li gorî daxuyaniyên fermî di çalakiyê de 10 leşker, 8 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 11 jê jî leşker, bi giştî 27 kes birîndar bûn. Her wiha hat aşkerekirin ku 2 leşker jî winda ne.
Li gorî daxuyaniya Walitiya Samsûnê ev agahî hat aşkere kirin û di daxuyaniyê de hat gotin ku hêj derbarê 2 leşkerên pispor ên ji Samsûnê ne agahî nayên wergirtin.
Çavkaniyên herêmî: Hin cerdevanan jî jiyana xwe ji desta dan
Her wiha, hat zanîn ku di nav kesên jiyana xwe ji dest dane de hin penaber jî hene. Dîsa heya niha derbarê cerdevanên 24 saetan li têketin û derketina qerekolê nobetê digirin daxuyaniyek nehat dayîn. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku di çalakiyê de hin cerdevanan jî jiyana xwe ji dest dane.
Derbarê mijarê de HPG BÎM’ê jî bi daxuyaniyekê gotibû ku di çalakiyê de herî kêm 32 leşkeran jiyana xwe ji dest dane.
(gka/red)