DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Girtina TV û radyoyan li Kadikoyê hat şermezarkirin

 
9 Cotmeh
17:38 2016

STENBOL (DÎHA) - Nûnerên saziyan ên girtina televîzyon û radyoyên bi biryarnameya KHK'ê hatin girtin şermezar kirin peyama "Dibe ku hûn bihêz bin lê belê em mafdarin û em ê bêdeng nebin" dan.

Tevgera Yekbûyî ya Hezîranê (BHH) û Endamên Baskê Ciwanan ên CHP'ê ji bo girtina televîzyon û radyoyên ku bi biryarnameya KHK'ê hatin girtin şermezar bikin li Qada Îskele ya Kadikoya Stenbolê hatin gel hev. Di çalakiya ku dirûşmeyên "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" û "Li hemberî faşîzmê mil bi mil" hatin avêtin de pankarta "Hûn nikarin me bêdeng bikin" hat vekirin. Ligel xebatkarên kanal û radyoyan gelek welatî jî tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de Endamê Rêvebir a Lijneya BHH'ê Burak Yucel axivî. Yucel da zanîn ku hemû tiştên di armanca derbeyekê de hene îro li welat pêk tê û wiha got: "Tişta ku dixwazin ji gel veşêrin dê nikaribin veşêrin. Dixwazin qetilkirina jinan û tecawîz neyên zanîn. Van televîzn û radyo nûçeyên rast çêdikirin ji ber wê hatin girtin. Em ê ligel van kenalan bin"

Piştre xebatkara ÎMC TV Candan Yildiz axivî û diyar kir ku ew ê bi xebatkarên din ên ku kanalên wan hatine girtin re dengê xwe bilind bikin.

Seroka Lijneya YON Radyoyê Yuksel Mansur Kiliç, anî ziman ku het biryara girtina radyoya wan bê rakirin dê nobeta xwe bidomînin. Koordînatora Giştî yê Weşana Ozgur Radyoyê Derya Okatan da xuyakirin ku divê gel xwedî li dengê xwe derkevin û piştgirî bidin wan.

Serokê Lijneya Rêvebir a TV 10 Velî Buyukşahîn bi lêv kir ku wan hemû amûrên xwe bi piştgiriya gelê Elewî stendin û wiha pêde çû: "Girtina TV10 tê wateya devê gelê Elewî bant kirine. Em bang dikin werin em bibin yek û xwedî li kanala xwe derkevîn."

Edîtora nûçeyan a Hayatin Sesi TV Meltem Akyol jî wiha axivî: "Amûrên kanala me dewrî TRT'ê kirin. Hindî ew odeyan mohr bikin em ê li qadan bin. Piştî ku amûrên me dewrî TRT'ê kirin gotin dê dengê xwe kêm bikin lê em bêdeng nabin. Dema ew diçin em ê di weşana zindî de bin."

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN