DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Şehîda Aştiyê Kanlioglu ne hat jibîrkirin

 
9 Cotmeh
16:54 2016

ARTVÎN (DÎHA) - Welatiya bi navê Elîf Kanlioglu ya ku di qetlîaman Enqereyê de jiyana xwe ji dest da li ser gora xwe ya li Artvînê hat bibîranîn.

Welatiya bi navê Elîf Kanlioglu (20) ya di qetlîama Enqereyê de jiyana xwe ji dest da li ser gora xwe ya li navçeya Arhavî ya Artvînê hat bibîranîn. Di bîranînê de malbata Kanlioglu, hevalên wê, gelek welatî, nûnerên ESP, Egîtîm Sen, Mala Gel, HDP, EMEP, CHP û partiyên civaka sivîl amade bûn. Piştî rêzgirtinê bavê Kanlioglu, Umît û dayika wê Oznur Kanlioglu axivîn.

Dayik Kanlioglu, da zanîn êdî ne tenê Elîfek hezar Elîfên wê hene û wiha got: "Têkoşîna ku wê li paş xwe hişt em ê bi hezaran Elîfan re bidomînin."

Di bîranînê de nûnerên partiyan jî axivîn. Di axaftinan de hat diyarkirin ku aştî ji bo hemû civakê pêwîstiyeke û bi serxistina aştiyê jî dê bi ala ku ji şehîdên aştiyê hatiye girtin pêk were.

Di bîranînê de dirûşmeya "Li hemberî faşîzmê mil bi mil" hat berzkirin û bîranîn piştî gul danîn ser gorê bi dawî bû.

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN