‘Dê her dem ala aştî û biratiyê bilind bibe’
ENQERE (DÎHA) – Komeleya 10’ê Cotmehê, bi tevlibûna gelek rêxistin û endamên partiyên siyasî şehîdên 10’ê Cotmehê li Goristana Karşiyakayê bi bîr anî.
Di 10’ê Cotmeha 2015’an de li GAR'a Enqereyê di êrîşa bombeya xwekujiyê de 101 welatî hatin qetilkirin. Cenazeyê Îdîl Guneyî, Alî Kîtapçi, Sevgî Oztekîn, Uygar Coşkun û Korkmaz Tekîn li Goristana Karşiyaka ya Enqereyê hatibun definkirin. Komeleya 10’ê Cotmehê, ligel saziyên civakî li Goristana Karşiyaka bi beşdariya nûnerên rêxistin û partiyên siyasî û malbatên kesên jiyana xwe ji dest dabûn bibîr anîn. Komê di bîranînê de dirûşmên “Şehîdên devrîmê nemir in”, “Ger aştî tune be jiyan jî tune ye”, “Ji şer re na ji aştiyê re er ê”, “Şehîd namirin” berz kirin.
‘Dê her tim dengê me bilind bibe’
Li ser navê Komeleya 10’ê Cotmehê hevserokê komeleyê Îhsan Seyhan diyar kir ku yên ku ji bo daxwaza aştiyê çûn qada îstasyonê bûn şehîdên gelê xwe û wiha axivî: “Di qadê de 101 kesên ku aştîxwez bi awayekî hovana hatin qetilkirin.Sûcê wan xwesteka birtayiya gelan û aştî bû. Bila her kes bizanibe ku ev ala aştî û birtayiyê ya ku di 10’ê Cotmehê ket erdê dê roja salvegera komkujiya hovane hemû derdorên Tirkiyeyê ji aliyê kesên aştîxwez careke din bilind bibe.”
‘Pêşiya komkujiyan bigirin’
Seyhan da zanîn ku ew baweriya hatina aştiyek mayînde ne û axaftina xwe wiha domand: “Em hemû di vê baweriyê de ne ku têkoşîna gelê demokrat dê aştiyek mayînde bîne vî welatî. Ji ber vê yekê ez bang li rayedarên dewletê dikim ji bo gelê demokrat astengî û qedexeyan dernexin. Ger hûn dixwazin van komkujiyan rawestînin ji bo kesên ku xwe bi awayekî aşkera di kolan û qadan de xwe diteqînin astengiya derbixin û pêşiya mirinan bigirin.”
‘Em komkujiyan ji bîr nakin’
Seyhan bal kişand ser komkujiyên wekî Roboskî, Cizîr, Pirsûs, Dîlok û Amedê wiha pêde çû: “Em komkujiyan ku li hemberî gelê demokrat û aştîxwez pê hatin tu carî bîr nakin. Ne Cizîr, ne Amed, ne Dîlok ne jî Pirsûs û ne jî Roboskî tu caran ji bîra me naçe. Em şopdarê rêya şehîdên ku aştî, û biratiya gelan xwestin in. Heta ku azadî, biratî û aştî neyê vî welatî em ê bê navber têkoşîna xwe berdewam bikin.”
‘Ji bo min hemû Korkmaz in’
Piştî Seyhan dayika Korkmaz Tedîkê ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da ya bi navê Zohre Korkmaz jî axivî û got ku par îro 101 kulîlkên azadiyê bi awayekî faşîzane hatin qetilkirin û wiha axivî: “Em dayikên, em dayikên 101 Korkmazan in. Hemû ji bom in wekî Korkmaz bûn. Ji ber ku hemûyan di riya azadiyê de canê xwe dan hemû ji bom min Korkmaz in.”
‘Ew bûn kulîlkên azadiyê’
Tedîk diyar kir ku dewlet ji xwînê têr nabe û axaftina xwe wiha domand: “Yên ku mijtina xwînê têr nabin dê di demek nêz de hesaba wan 101 kulîlkên azadiyê bidin. Dibe ku îro dewlet bibêje komkujî veşartî tên kirin, lê em dizanin ku hevparên komkujiyê din av dewletê de hene û ew dê hesabê bidin. Em wan natirsin em ê bi 100 hezaran di qadan de bin. Qîrîna dayikan dê bibe sedema aştî û biratiya hemû gelên Tirkiyeyê.”
Girse bi dirûşmeyên “Qêrîna dayikan dê qatîlan bi fetisîn e”, “Şehîdên şoreşê nemir in”, “dewleta qatîl dê hesab bide” berz kirin û belav bûn.
(fd/mae)