'Şehîdên Aştiyê' li ser gora xwe hatin bibîranîn
9 Cotmeh
15:42
2016
MÊRSÎN (DÎHA) - Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Tarsûsê, kesên ku di 10'ê Cotmehê qetlîama Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan li ser gorên wan bibîranîn.
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Tarsûsê, walatiyên bi navê Metîn Peşmen, Leyla Çîçek û Orhan Işiktan ên ku di 10'ê Cotmehê qetlîama Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan li ser gorên wan bibîranîn. Bi sedan kesên li ber Goristana Bajar a Tarsusê hatin gel hev pankartên "Şehîdên 10'ê Cotmehê rûmeta me ne" û "Em qetlîama Enqereyê ji bîr nakin" vekirin û meşek li darxistin. Di meşê de dirûşma "Şehîdên Aştiyê bê mirinin" berz kirin.
Girseyê gul danîn ser gorên Peşmen, Çîçek û Işiktan û soza domandina têkoşîna wan dan.
(mb)