DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Medya hawiz komkujiya 10'ê Cotmehê nedît

 
9 Cotmeh
15:32 2016

ENQERE (DÎHA) - Basin Îş'ê têkildarî bûyera 10'ê Cotmehê rapora analîza çapemeniyê amade kir. Di raporê de hat diyarkirin ku çapemeniya hawiz rola îkdîdarê nedîtiye û îktîdar bi vî rengî parastiye. Di raporê de hat zanîn ku herî zêde Med Nûçe bûyer berfirehî dîtiye.

DÎSK Basin-Îş'ê têkildarî komkujiya 10'ê Cotmeha 2015'an rapora analîza çapemeniyê amade kir û bi raya giştî re parve kir. Rapor bi ser navê "Di medyayê de Komkujiya 10'ê Cotmehê" hat parvekirin. Civîn li Salona Mulkiyeliler Birligi pêk hat. Serokê Giştî Basın-Îşê yê DÎSK'ê Faruk Eren û raportor Tezcan Durna û Ceren Sozerî amade bûn. Eren, diyar kir ku anî ziman ku gelek televîzyonan komkujî dîtin, lê hêzên li pişt komkujiyê nedîti û wiha got: "Ev rapor ji bo di 10'ê Cotmehê de kê çi çawa dît hat amadekirin. "

'Kanal 24 û A Haber îktidar parast'

Ji Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Enqereyê Doç. Dr. Tezcan Durna, diyar kir ku têkildarî 10'ê Cotmehê li ser qanalên A Haber, CNN Turk, Fox Tv, Kanal D, Kanal 24, MED NUÇE û NTV' weşanên 10-11'ê Cotmehê û di rojnameyên Hurriyet, Star, Yeni Şafak, Zaman, Sabah, Cumhuriyet û Ozgur Gundemê lêkolîn hatin kirin. Durna, anî ziman ku di nûçeyên 10'ê Cotmehê de ji bilî MED NUÇE tu televîzyonên din ên aliyê îktîdarê bûyer lêkolîn nekiriye û pişt bûyerê ronî nekiriye. Durna, da zanîn ku Kanal 24 û A Haberê îktîdar parastiye û aliyên wan ên neyînî nedîtiye.


Durna da zanîn ku Kanal D, CNN Turk û NTV jî bûyer dîtiye û bêtir di çarçoveya polîtîk de mexdur bêtir mexrûd kirine û ser bûyerê veşartiye. Durna, da zanîn ku televîzyona MED NUÇE ji bilî medya hawiz bêtir lêkolîn kiriye û bûyer pir alî daye. Dîsa diyar kiriye ku komkujî ji aliyê AKP û Erdogan ve pêk hatiye.

Hîndekarê Beşa Ragihandinê yê Zanîngeha Galatasarayê Doç. Dr. Ceren Sozerî jî anî ziman ku FOX TV her çend wekî bê alî bê dîtin jî FOX TV di roja komkujiyê de bûyer sansur kiriye û li ser navê yekîtî û tifaqê ser bûyerê veşartiye.

Sozerî da zanîn ku ji bilî MED NUÇE tu televîzyoyên din ber birfirehî lêkolîn nekir û pir alî nûçe nedane.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN