DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Lenet li komployê barandin

 
9 Cotmeh
15:16 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li hemberî komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullan Ocalan hate destpêkirin li her derê lenet hate barandin. Gelê kurd li her derê derke qadan û peyama "roj roja li dora Îmraliyê bûna xelek e" da.

DERSIM

KJA, DBP, HDP'ê li kolana Hunerê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta "dest nede îradeya min" hat vekirin. Hevşaredarên Dersimê û parlamenterê HDP'ê yê Dersimê Alîcan Onlu beşdarî daxuyaniyê bûn. Onlu axivî û anî ziman ku hemû hêzan di nava komployê de cih girtine û wiha berdewam kir: "Wê demê Rojhilata Navîn ji nû ve teşe digirt. Hêzên emperyalîst li vir pirsgirêka herî mezin PKK û rêbertiya wî didîtin. Komplo tenê bi rojekî ve sînorkirî nîne. Li îmraliyê tecrîd hê jî didome. Li hundir û derve şerek tê meşandin. Ev komplo bi berxwedanekî 18 salan ve tê pûçkirin."

Piştî axaftinê çalakî bi dawî bû.

ÇEWLÎG

Li avahiya HDP'ê daxuyanî hat dayîn. Li salonê pankarta "Em komploya 9'ê cotmehê şermezar dikin" hate vekirin. Hevserokê DBP'ê yê Çewlîgê Feyzullah Şahanoglu li ser navê beşadar axivî û diyar kir ku armanca komploya navneteweyî tunekirina yetîkiya gelan e û gelê kurd û tevgera azadiya kurd azadiya Ocalan wekî azadiya xwe dibîne.

XARPÊT

Li ber Garaja Xozatê endamên DBP û HDP'ê hatin cem hev û komplo şermezar kirin. hevserokê DBP'ê yê Xarpêtê Mehmet Nafiz Koç axivî û diyar kir ku îro roj roja ders derxistinê ye. Koç wiha got: "9'ê Cotmehê ji bo gelê me û partiya me rojekî reş e ji bo mirovahiyê şermek e. Êdî kurd, kurdên berê nînin. Divê îro ji her demê zêdetir ji bo çand, ziman û nirxên xwe têbikoşin. Kurdan jiyana xwe rêxistin kirine û jiyana azad tercîh kirine. Tu hêz nikare kurdan ji daxwaza azadiyê qut bike."

Li navçeya Depê jî li ber avahiya HDP'ê daxuyanî hat dayîn û komplo hat şermezarkirin. Hevserokê DBP'ê yê Depê Duzgun Eşîyok anî ziman ku komploya 9'ê Cotmehê li dijî hebûn û îradeya gelê kurd pêk hatiye. Eşîyok bilêv kir ku ew ê wekî gelê Depê li dijî komployê bisekinin û têkoşîna xwe bidomînin.

ÊLIH

Di 18'emîn salvegera derxistina Ocalan ji Sûriyeyê de li Êlihê bi tevlîbûna Dayikên Aştiyê, nûnerên DBP, HDP û KJA'yê li ser Kolana Gulistanê daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniya ku parlementerên HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Mehmet Alî Aslan ku gelek welatî beşdar bûyîn de pankarta "Em komploya navneteweyî ya 9'e Cotmehê şermezar dikin" hat vekirin. Di daxuyaniyê de Ayşe Acar Başaran axivî û diyar kir ku komplo di sala xwe ya 18'emîn de berdewam dike, şerê li Rojhilata Navîn bi komployê dest pê kiriye û tecrîda li ser Ocalan hatiye girankirin.

Hevserokê HDP'ê yê navçeyê Îkram Îrgî jî wiha got: "Îro bi giranbûna şerê li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê re, birêz Ocalan ku di bin tecrîdek giran kirî de tê girtin ji bo çareseriyê bi hemû hêza xwe xebat dane meşandin û hêviya aştiyê ya li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê ye."

MÛŞ

Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Mûşê li avahiya HDP'ê civînek çapemeniyê li darxistin. Di daxuyaniyê de nunerên HDP û DBP'ê, endamên meclisa şaredariya bajar û gelek kes amade bûn. Hevserokê HDP'ê yê navçeyê Mensur Işik da zanîn ku komploya di şexsê Ocalan de hat destpêkirin gelê kurd û Tirkiyeyê hedef hatiye girtin û komplo ji bo Tirkiyeyê ber bi şer ve bibin hatiye pêkanîn.

Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.

MÊRDÎN

Di daxuyaniya li ber avahiya Rêxistina DBP'ê yê Mêrdînê hat dayîn de komploya navneteweyî hat şermezar kirin. Di daxuyaniyê de Hevserokê HDP'ê yê bajar Alî Aslan axivî. Aslan komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat pêkanîn şermezar kir û wiha got: "Komploger binketin. Em bang dikin ku di demek kin de tecrîda li ser Ocalan bê rakirin, dewlet bizivire pevajoya aştiyê û hevdîtinên bi Ocalan re bên destpêkirin." Aslan, qetilkirina welatiyên li Geverê jî şermezar kir.
Daxuyanî bi çepik û tilîliyan bi dawî bû.

ŞIRNEX

Li navçeya Silopiya Şirnexê di civîna çapemeniyê ya li avahiya HDP'ê de hat dayîn komplo hat şermezar kirin. Di daxuyaniyê de Hevserokê DBP'ê yê Silopiyê Mahmut Yildizgorer axivî. Yildizgorer komplo şermezar kir û wiha pêde çû: "Ji bo li Kurdistan û Tirkiyeyê aştiyek mayîn de pêk were divê tecrîda li ser birêz Ocalan were rakirin."

SEMSÛR
Li Semsûrê jî bi daxuyaniya li avahiya HDP'ê hat dayîn komplo hat şermezar kirin. Di daxuyaniyê de Hevserokê HDP'ê yê bajar Selîm Ozbek axivî. Ozbek, da zanîn ku gelê kurd xwedî dîrokek berxwedanê ye û wiha axivî: "Bi saya berxwedana gelê kurd gelek destkeftî hatine bidest xistin. Komploya navneteweyî ne tenê li hemberî gelê kurd û serokê wan hatiye pêkanîn, di heman demê de li hemberî hemû gelê li Tirkiyeyê dijîn hatiye pêkanîn. Bi salan gelê kurd li hemberî komployê xwedî li rêberê xwe derdikevin û dê xwedîderketina xwe bidomînin."

WAN

Rêxistina HDP û DBP'ê jî bi daxuyaniyekê 9'ê Cotmehê roja derxistina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji Sûriyê şermezar kir. Endam û rêveberên DBP û HDP'ê li Parka Feqiyê Teyran kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Parlemterên HDP Nadîr Yildirim û Bedîa Ozgokçe Ertan, rêveberên HDP û DBP, rêveberên KJA'ê nûnerên saziyên civakî, Meclîsa Dayîkên Aşîtî û gelek welatî amade bûn. Komê pankarta "Em Komploya 9'ê Cotmehê şermezar dikin' vekir. Cîgirê Hevserokê DBP Wanê Ahmet Aygûn daxuyaniyê xwend û diyar kir ku Tirkiye 18 sal berê bi Komloya Navneteweyî Birêz Ocelan di 9'ê Cotmeha 1998 an de ji Sûriyê derxist û di 15'ê Sibatê 1999 an de radestî Tirkiye kirin û wiha got: "Birêz Ocalan ev rewşt dît û hemû gelê Rojhilata Navîn ji nava kaosê derxist. Bi sekna xwe komplo pûç kir."

Parlementerê HDP'ê yê Wanê Nadîr Yildirim jî diyar kir ku hêzên navnetewî komplo bi derxistina Birêz Ocelan a ji Suriyê dan destpê kirin û wiha got: "Lê Birêz Ocalan bi sekna xwe komplo pûç kir. Hêzên navneteweyî disa di nava hewldanek nû dene. Lê Birêz Ocalan li hemberê vê bi vînek mezin têdikoşe."

Komê piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk anî.

DÎLOK

Rêxistina DBP'ê ya navçeya Şahînbeya Dîlokê komploya navneteweyî bi daxuyaniya li ber avahiya xwe da şermezar kir. Di daxuyaniyê de Hevserokê DBP'ê yê Şahînbeyê Selman Çîçek axivî. Çîçek, komploya navneteweyî şermezar kir û wiha got: "Gel bi yek dengî xwedî li Rêberê xwe derketiye ji ber wê deskeftiyên gelê kurd zêde bûne. Şoreşa Rojava bingehê xwe ji vê yekê digire. Ger em li tabloya ku piştî 18 salan derket holê binêrin, hêzên emperyalîst ên navneteweyî Rojhilat Navîn kirine gola xwînê. Plana ku xwestin bi girtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Rojhilata Navîn vegerînin gola xwînê berovajî bûye û îro vegeriyaye, hêza ku Rojhilata Navîn demokratîk bike hêzên kurd."

Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" û " Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.

(ekib/sa/mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN