DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Çavkaniyên herêmî: Li nexweşxaneyan herî kêm 14 cenaze hene

 
9 Cotmeh
13:40 2016

COLEMÊRG (DÎHA) – Di encama çalakiya li dijî Qereqola Dûrê pêk hat de qereqol hilweşiya û li gorî daxuyaniyên fermî 9 leşkeran jiyana xwe ji dest da û 30 kes birîndar bûn. Li gorî çavkaniyên nexweşxaneyan jî di nexweşxaneyên Şemzînan, Gever û Colemêrgê de herî kêm 14 cenaze hene.

Li dijî Qereqola Dûrê ya 17 kîlometre dûrî navçeya Şemizînana Colemêrgê ye bi wesayîtekê êrîşa bombeyî pêk hat û bîlançoya çalakiyê her diçe zêde dibe. Dengê teqînê ji kîlometreyan dûrî cihê herêmê ye hat bihîstin û tevgera dehan ambûlansên dest pê kiribû hêj berdewam dike.

Qereqol ji holê rabû!

Ji ber teqîna dijwar gelek malên derdorê zirarek mezin ditîn û hat zanîn ku piştî teqînê nêzîkê saetekî pevçûnên dijwar rû dane. Di encama teqînê de qereqol hilweşiya û hat ragihandin ku gelek maşîneyên zirxî jî têk çûne.

Daxuyaniya fermî: 9 leşkeran jiyana xwe ji dest da

Leşker û cerdevanên di encama teqînê de jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn rakriin nexweşxaneyên Colemêrg, Şemzînan, Gever û nexweşxaneyên leşkerî. Li gorî daxuyaniyên fermî di encama teqînê de 9 leşkeran jiyana xwe ji dest da û 30 kes birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyên nexweşxaneyan jî 12 cenazeyên hêj ne diyar e leşker, cerdevan û sivîl in anîne Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê. Dîsa 2 cenaze li Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê ne û gelek leşkerên birîndar jî li vir tên dermankirin. Heman çavkaniyan ragihanin ku gelek cenaze jî anîne Nexweşxaeya Dewletê ya Colemêrgê û nexweşxanyên leşkerî.

Piştî teqînê li herêmê bi beşdariya cerdeavn û leşkeran operasyoneke berbireh hat destpêkirin.

(gka)





ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN