DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Çalakiyên mamoste û karmendan ên boykotê didomin

 
9 Cotmeh
13:35 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li bajarên Silêmanî û Kerkûkên çalakiya mamoste û karmendan li hemberî paşxistin mûçe û pergala dayîna mûçeyan de didomin. Mamoste û karmend îro jî daketin kolanan û çalakî pêk anîn.

Li gorî nûçeya ajansa Rojnewsê mamoste û karmendên li Başûrê Kurdistanê ji bo pergala mûçe dayîn û paşxistina mûçeyan şermezar bikin di nava çalakiyan de ne. Îro li bajarên Silêmanî, Kerkûk û navçeya Çemçemal mamoste û karmend daketin qadan û çalakî li darxistin.

Mamoste û karmendên Silêmaniyê li ber navenda Perwerdehiya Rojava kom bûn û hikûmetê boykot dikin. Her wiha li ber Rêvebertiya Giştî ya Şopandin û Civakî ya bajarê Silêmaniyê mamoste û karmendên fakûlteyan kom bûn û çalakiyek li darxistin.

Li bajarê Kerkûkê jî mamosta li ber navenda giştî ya perwerdehiya Kurdî ya bajar kom bûn û çalakiya boykotê pêk anîn. Li navçeya Çemçemal a Silêmaniyê jî bi heman armancê mamoste û karmend li ber avahiya perwerdehiya navçeyê kom bûn û çalakî li darxistin.

Di daxuyaniya hevbeş a mamosteyan de hat diyarkirin ku bila ew mûçeyên wan ên hatine paşxistina ji bankek aşkera re bên dayîn, bila ligel hikûmetê nemîne û ev tişt hatin gotin: "Wekî mamoste û karmend heta ku daxwazên me neyên pêkanîn, dê boykota me bidome."

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN