Derbarê bûyera Şemzînanê de qedexeya weşanê
9 Cotmeh
13:24
2016
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Derbarê êrîşa bombeyî ya li hemberî Qereqola Durê ya Şemzînanê de Wezareta RTUK'ê biryara qedexeya weşanê da.
Derbarê êrîşa bombeyî ya li hemberî Qereqola Durê ya navçeya Şemzînana Colemêrgê de qedexeya weşanê hat dayîn. Hat diyarkirin ku Wezareta Lijneya Bilind a Televîzyon û Radyoyan (RTUK) derbarê bûyerê de qedexeya weşanê daye. Hat ragihandin ku dîmenên dema teqînê, piştî teqînê cihê bûyerê, dîmenên û wêneyên birîndar û kesên mirîne hatine qedexekirin.
(mb)