Ji bo bîranîna şehidên aştiyê 101 şitl çandin
MÊRSÎN (DÎHA) - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê bi armanca 101 kesên di komkujiya 10'ê Cotmehê de li Enqereyê di mîtînga Ked, Aştî û Demokrasiyê de hatin qetilkirin bibîr bîne "101 şitl" çandin.
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê, bi armanca 101 kesên di 10'ê Cotmehê de li GAR'a Enqereyê di mîtînga ked, aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr bîne, li Daristana 68'an a Aştiyê "101 şitl çandin. Di bernameya bîranînê de endam û rêveberên HDP, HDK, Partiya Şoreşger, EMEP û gelek nûnerên saziyên civakî amade bûn. Li qada Daristana Bîranînê pankartên "Şaxên darên bi xwînê tên avdan dê tola xwe ji we bigire" û "Hûn çiqas pelê wan birûçikînin jî hûn nikarin hatina baharê asteng bikin" vekirin. Bi dehan kes di ketina daristanê de kom bûn û pankarta "Em qatîlan nas dikin, Em ji bîr nakin" vekirin û siloganên "Bimre DAIŞ, hevkar AKP" berz kirin. Koma li pêş Daristana 68'an a Aştiyê kom bûn, wêneyên kesên di komkujiyêde jiyana xwe ji dest dan, danîn û qurnefil danîn ser wêneyan. Komê, li vir daxuyanî da çapemeniyê û komkujî şermezar kir. Li ser navê Platformê berdevkê Platformê Kemal Goksoy, daxuyanî da û komkujiya 10'ê Cotmehê şermezazar kir. Goksoy, anî ziman ku bedela şer herî zêde karker û çotkar didin û xwest hemû karker, çotkar û kesên xizan di nava yekîtiyê de bin.
Serokê Komeleya 68'an jî Selçuk Şahin Polat jî bang li hemû hêzên demokrasiyê kir û xwest li dijî polîtîkayên AKP'ê li ser piyan bin.
Hevserokê HDP'ê yê Mêrsînê Sadun Dogan jî komkujî şermezar kir û anî ziman ku yên li Enqereyê komkujî pêk anîn xwestin Tirkiye bikin gola xwînê û xwest gel li dijî vê komkujiyê dengê xwe bilind bike.
Piştî daxuyaniyê li Daristana Aştiyê ya 68'an 101 şitl" hatin çandin.
(mae)