DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Polîsê gel gulebaran kiribû hat girtin

 
9 Cotmeh
11:04 2016

COLEMÊRG (DÎHA) - Li Geverê polîsê bi navê Î.M. ê ku gel gulebaran kir, 4 kesan jiyana xwe ji dest dan 2 kes birîndar bûn hat girtin. Î.M. îdia kiribû ku çeka wî ji ber xwe gulebaran kiriye.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê duh di encama gulebarana ji wesayîta zirxî yek jê zarok 4 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 2 kes jî birîndar bûbûn. Polîsê ku têkîldarî bûyerê hatibû binçavkirin hat girtin.

Têkîldarî qatlîamê mufetîş hat peywirdarkirin, duh piştî bûyerê polîsê bi navê Î.M. hate binçavkirin û derxistin pêşberî dadgehê îdia kiribû ku çeka wî ji ber xwe gulebaran kirine. Dadgehê biryara girtina Î.M. da û têkîldarî bûyerê lêpirsîn berdewam dike.

Di dîmenên ku têkîldarî bûyerê derketin holê de hatibû dîtin ku polîs welatiyên ku birîndaran dibin gulebaran dike.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN