Esnafên Edeneyê darebeyên xwe venekirin
9 Cotmeh
10:56
2016
EDENE (DÎHA) - Esnafên Edeneyê bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê darebeyên xwe venekirin û komplo şermezar kirin.
Esnafên Edeneyê bi boneya, salvegera Komploya Navneteweyî ku di 9'ê Cotmeha 1998'an de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê hat derxistin darebeyên xwe venekirin. Li taxên Daglioglu, Gulbahçe, Firat, Şakîrpaşa, Anadolu, Barbaros, Yenîbey, Hurriyet, Anadolu, Kuçukkirim û Yersuat ên navçeyên Seyhan, Yuregîr û Ceyhanê ku piraniya wan kurdin esnafan derebeyên xwe venekirin û komplo şermezar kirin. Li taxên ku darebe girtî ne bêdengî serwere û tê dîtin ku li ber qereqolan polîsan ewlehî girtine.
(mb)