DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Bi qeşartina daran debara xwe dike

 
9 Cotmeh
10:56 2016

AMED (DÎHA) - Welatiyê bi navê Naîf Guven ê bi qeşartina daran 7 zarokên xwe xwedî dike, li beramberî qeşartina 100 daran 35 TL qezenc dike.

Li navçeya Rezan a Amedê hin welatî li sîteya xiratiyan bi qeşartina daran debara xwe dikin. Welatiyên ku qalikên spindarên li deverên cuda tên diqaşêrin beramberî qeşartina 100 daran 35 TL qezenc dikin. Welatî qalikên ku li pişt spîndaran dimîne jî bi 1 TL'î ji bo firinên ku nan çêdikin difiroşin. Firotina qalikan ji bo xiratifiroşan dibe karê zêde. Bi pereyê ku ji wir tê ve ji bo zarok û malên xwe difiroşin. Ligel ku dema vî karî dikin pirsgirkê tenduristiyê bijîn jî dibêjin ku ew mecbûr dimînin vî karî bikin.

'Piştî çend salan ev kar dê nemîne'

Yek ji welatiyên ku vê karî dike Naîf Guven ê bavê 7 zarokan e bi qeşartina daran zarokên xwe dide xwendin. Guven wiha got: "Karê me qet nediyar e. Rojekî dinêrî kar heye, rojekî dinêrî qet tuneye. Dema ku mirov dixebite baş e lê dema kar nebe birçî dimînî. Zivistanê xwe kar tuneye. Lê ji ber ku êdî her tişt ji beton û hesin tên çêkirin ev kar jî hedî hêdî namîne. Heta çend salan dê ev kar nemîne. Êdî mirov ji daran malên xwe çênakin. Tenê ji bo ji sewalên xwe re axur çêkin dikirin. Ev karekî giran e. Her tim daran dikişînî û xwe xwar dikî dixebitî fitiq derdikeve."

'Karê me giran e'

Guven da zanîn ku dar ji Sêwas, Meletî û Mêrdînê tên, serê sibehê zû dest bi kar dikin û heta êvarê dixebitin. Guven bilêv kir ku 4 kes dixebitin û wiha axivî: "Ez girêkên daran jê dikim. Heval jî qelikên wan diqaşêrin. Piştre jî qalikên ku tên qeşartin kom dikin û difiroşin. Em tenê karkeriya vê dikin. Karekî giran e lê em bi vî yekê debara xwe dikin. Em mecbûr in bikin."

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN