DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Di çalakiya Şemzînanê de 8 leşker hatin kuştin - HATE NÛKIRIN

 
9 Cotmeh
10:45 2016

COLEMÊRG (DÎHA) - Li dijî Qereqola Duran a 17 kîllometre dûrî Şemizînanê ye, bi wesayîtekê êrîşa bombeyî pêk hat. Di êrîşê de 8 leşker mirin û 5 leşker jî birîndar bûn. Piştî êrîşê rêya Şemzînan-Geverê ji çûn û hatinê re hat girtin.

Li dijî Qereqola Duran a 17 kîllometre dûrî navçeya Şemizînana Colemêrgê ye bi wesayîtekê êrîşa bombeyî pêk hat. Di êrîşê de 8 leşker mirin û 5 leşker jî birîndar bûn. Piştî êrîşê gelek ambulans çûn cihê teqînê. Piştî êrîş pêk hat leşkeran rêya Şemzînan-Geverê ji çûn û hatinê re girt û cenazeyê gelek leşkeran jî bi helîkopteran rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN