Kiryarê qatlîama Enqereyê endamê Baskê Ciwanan a AKP'ê ye - TAYBET
DENÎZ NAZLIM
ENQERE (DÎHA) - Mehmedîn Baraç ê ku yek ji kiryarên qatlîama Enqereyê ye derket holê ku endamê Baskê Ciwanan a AKP'ê ye. Baraç got ku endamên ÎHH'ê li Sûriyeyê xebatinê û endamên DAIŞ'ê yên li Amedê hatine kuştin jî nas dike.
Di dosyaya qatlîama Enqereyê ya 10'ê Cotmehê de rastiyekî skandal derket holê. Yek ji kiryarên qatlîamê û ji endamtiya DAIŞ'ê lêgerîna wî hebû Mehmedîn Baraç ê qodnav "Omer Hattap" e derket holê ku endamê Baskê Ciwanan a AKP'ê yê Çewlîgê ye. Baraç ê di 6'ê nîsanê de hate binçavkirin di 7'ê nîsanê de jî îfadeya wî hat girtin. Baraç li ser pirsa polîsan a endamtiya partiyê siyasî bersiva "Endamtiya min a Baskê Ciwanan a AKP'ê ya Çewlîgê hebû lê ez zê naçim. Li deverekî din endamtiya min tuneye."
Endamê ÎHH'ê li Sûriyeyê di şer de ye
Polîs di îfadeyê de pirsa Abdulselam Hîtay ê qodnav Emîr Hattap dipirse û Baraş wiha dibersivîne:
"Kesê bi navê Abdulselam Hîtay gundiyê min e. Li Lîseya Îmam Xetibê ya Çewlîgê xedeme bû. Niha li girtîgehê ye û min ev yek li qahwexaneşê dema bi hevalan re rudiniştim hîn bûm. Ew wekî Hattap dihat naskirin. Hemû kesan wekî Emîr Hattap xîtabî wî dikir. Ez dizanim ev kes li Sûriyeê di qada şer de birîndar bûye. Ez dizanim ku ev şexs bi komeleya ÎHH'ê ve ji bo alîkariyê li Sûriyeyê maye. Ev şexs di 2/14'an de ji ber endamtiya rêxistina terorê ya El Qaîdeyê ketibû girtîgehê. Li Girtîgeha Wanê qasî 6 mehan ma. Min jê re name şand. Di nameyê de min got ku heta ji girtîgehê derkeve ez ê xwedî li malbata wî derkevim, pişti derket ez ê bi wî re muxatap nebim. Dema ku ev şexs di girtîgehê de bû min alîkarî da zarokên wî. Du jinên vî şexsî heye yek ji Sûriyeyê ye yek jî tirk e. Herdu jî li Çewlîgê dimînin."
'Ez DAIŞ'iyên li Amedê mirin nas dikim'
Bavê Baraç, Mustafa Baraç jî ji ber endamtiya DAIŞ'ê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tê girtin. Birayê wî yê biçûk ên wekî winda bûye Murat Baraç jî li Sûreyeyê ye. Ev jî di îfadeya Baraç a ku daye polîsan de wekî "Li qadên şer nasên we hene" derket holê.
Dîsa operasyona ku li Amedê li dijî mala DAIŞ'ê pêk hat jî di lêpirsînê de tê rojevê. Baraç der barê operasyonê de wiha dibêje: "Li Amedê di dema nêz de kesên bi navê Serhat Seyîthanoglu, Orhan Genç, Cahît Olmez û Siddik Bunul ê di operasyona li dijî mala DAIŞ'iyan de hatin kuştin ji Çewlîgê nas dikim. Ji wan kesan bi Serhat Seyîthanoglu re ji ber ku me di zaroktiya xwe de kevok xwedî dikir, Orhan Genç dema li ezexaneyê dixebitin, Cahît Olmez jî ji taxê ji zaroktiyê ve nas dikim. Siddik Bunul jî ji ber ku li Çewlîgê marketa wî heye, ez jî li toptanfiroşiyê dixebitim, min dibir dikana wê nas dikim. Piştre têkîliya me bi Siddik Bunul re li Islah-Der a ku li navenda Çewlîgê xebatên xwe dimeşîne berdewam kir."
Islah-Der a ku Baraç di îfadeya xwe de qal dike ji aliyê çeteyên ku têkîliyên wan têkîliyên wan bi qadên şer re heye hatiye avakirin û xebatên xwe jî di bin banê vî komeleyê de meşandibûn.
(sa)