6 xwendekar piştî 4 mehan derdixin pêşberî dadger
ISPARTA (DÎHA) - Di serdegirtina li hemberî HDP'ê de 6 xwendekar hatibûn binçavkirin û piştî 4 mehan cara yekem dê derkevin pêşberî dadger.
Li Ispartayê di serdegirtina HDP'ê ya 5'ê Gulanê de bi hinceta xebatên Kongreya Jinên Azad (KJA) "sûce" 6 xwendekar hatibûn binçavkirin. Xwendekarên ku dê piştî 4 mehan cara yekem derkevin pêşberî dadger dê doza wan li Ispartayê bê dîtin.
Di nava xwendekarên girtî de ne Nûnera HDP'ê ya Ispartayê ku ji qetlîama Pirsûsê birîndar rizgar bûyî Merve Nur Îşleyîcî û endamên HDP'ê Dîdar Boza, Ceylan Bozkurt, Nejla Onay, Fatma Erez û Ozgur Şîmşek hene.
Hinceta girtina xwendekaran xebatên KJA'yê tê nîşandan û ji ber tevlî bîranîna Sakîne Cansiz bûne wekî delîl tê nîşandan.
(mb)