Duh bi qatlîamê îro bi qedexeyê aştiyê asteng dikin!
ENQERE (DÎHA) – Xwîşka Vahdettîn Ozgan ê di qatlîama Enqereyê de jiyana xwe ji dest da Gulîstan Ozgan hestên xwe bi gotina "Ligel ku li ser qatlîamê salek derbas bû jî wekî ku duh pêk hatiye min bandora wê ji ser xwe neavêtiye" anî ziman. Malbatan diyar kirin ku yên duh daxwaza aştiyê be qatliamê asteng kirin îro jî bi qedexekirina merasîmên bîranînê hewl didin vê asteng bikin.
Di 10'ê Cotmeha 2015'an de li dijî “Mîtînga Ked, Aştî û Demokrasiyê” ya li GAR'a Enqereyê pêk hatibû, kesê bi bombe çalakiya întîharê pêk anîbû. Di êrîşê de 101 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 516 kes jî birîndar bûbûn. Di teqînê de berî her kesî polîs hatin cihê bûyerê û li şûna alîkarî bide, bi bombeyên gazê êrîşî girsê kiribû û gelek kesên birîndar jî jyana xwe ji dest dabûn. Yek ji kesên jiyana xwe ji dest da welatiyê Sêrtê Vahdettin Ozgan e. Xwişka Vahdettin Galistan Ozgan, diyar kir ku di ser bûyerê re salek derbas bû, lê weki ku bûyer duh pêk hatibe her tişt li ber çavên wê ye xwe ji tesira wê rizgar nekiriye.
‘Hêj germahiya destê birayê min di mista xwe de hîs dikim'
Gulistan Ozgan ku bû şahidê bûyerê wiha got: "Ez sere sibê çûm qada mîtîngê. Min bihîst ku birayê min jî ji Stenbolê hatiye. Min xwest berî mîtîng dest pê bike ez bi birayê xwe re hevdîtin bikim. Ez çûm cem birayê xwe. Min destê wî xist mista xwe. Min sê cara ruyê wî maç kir û min ew hembêz kir. Hêj germahiya destê birayê xwe di mista xwe de hîs dikim. Me halê hev pirsî. Ji ber dîtinê em herdu jî pir pir kêfxweş bûbûn. Digot alan ji destê xwe bernedin, bila bi her awayî mitînga aştiyê xweşîk be"
'Mîtîng wekî şahiyê bû'
Ozgan, da zanîn ku ji çar aliyê Tirkiye bi deh hezaran kes ji bo heman armancê hatibûn kom bûbûn û wekî şahiyê coşek hebû. Hemû kes dikeniyan. Mirovên ji bajarên cuda hatibûn hev nas dikirin. Her k diçû girse zêde bû û qad tije bû. Birayê min ji me qetiya.
Perçeyê mirovan li derdorê belav bûn
Di vê navberê de wekî dengê fuzeyê dengek hat. Perçeyê mirovan ji hewa de bariyan. Em li cihê xwe cemidîn. Li tenişta min keça min hebu. çend saniye şûnde li 3 metre nêzî me teqîna tuyemîn pêk hat. Dema em hatin ser xwe me dît ku perçeyên mirovan li erdê belav bûye. Li ser cenazeyan alên HDP'ê radixistin. Polîs li şûna alîkariyê bide bi ava şid û bombeyên gazê êrîş dikir. Her kes di nava telaş û tirsê de bû. Wekî fîlmên tirsor bû.
‘Dê teqes kujer rojekê hesab bidin'
Ozgan, anî ziman ku piştî teqînê bi telefonê li birayê xwe geriya, lê dît ku telefona wî girtî ye û wiha got: "Hiş û aqilê min cemidî. Bi zorê li ser piyan disekinîm. Pişti negihiştim birayê xwe ez çûm nexweşxaneyê. Hemû mirovan berê xwe dabûn nexweşxaneyê. Ez li nexweşxaneyê li birayê xwe geriyam. Biraziyê min li min geriya û got birayê te li beşa lezgîn a nexweşxaneye ye. Lê ne wisa bû birayê min li qadê jiyana xwe ji dest dabû. Lê min bawer nedikir ku birayê min jiyana xwe ji dest dabe. -Salek derbas bû hêj her tişt weki duh zindî ye. Çi dibe bila bile teqes kesên komkujî pêk anîne dê hesap bidin.
‘Wekî duh zindî ye'
Ozgan, da zanîn ku piştî bûyerê 12 roj şûnde di encama otopsuyê de cenazeyê birayê xwe Vahdettin Özgan girtin û li Stenbolê defin kirin û wiha got: "Me 12 roj şûndecenazeyê birayê xwe girt. Pêvajoyek gelek dijwar bû. Hêj bandora vê pêvajo li ser me ye. Birayê min mirovekî pir mirovperwer bû. Her tiştê xwe parve dikir. Pir ji têkoşînê hez dikir. Girêdayî doz û têkoşîna xwe bû. Tenê me 10 deqîqeyan hev dît.
'Duh destûr nedan em cenazeyê xwe rakin îro destûr nadin em bibîr bînin'
Malbatên ku duh li dijî şer daketin qadan îro ji bo bîranîne xwestin takevin qadan. Lê hikûmetê bîranîna kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan jî xeqede kir.
Kesên duh destûr nedan daxwaza aştiyê îro jî destûr nadin daxwaza bîranînê. Malbat li hemberî van qedexe û astengiyan bi bertek in. Malbatan diyar kirin ku wekî duh îro jî di daxwaza aştî û demokrasiyê de bi israr in.
Xizmên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan Apê Umit Seylan İhsan Seylan, birayê Korkmaz Tedik Edge Tedik bertekên xwe anîn ziman ku ne salek deh sal jî di ser komkujiyê re derbas bibe dê ji bîr nekin û heta dawî doza wan bişopînin. Îhsan Seylan û Etge Tedîk diyar kirin ku wan xwest dîsa komkujiyê şermezar bikin û kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane di salvegera 10'ê Cotmehê de bibîr bînin, lê walîtiya Enqereyê ev yek li wan qedexe kir û bertekên xwe anîn ziman û wiha gotin: "Mixabin li vî welatî kesên biryara şer dane destûr nadin aştiyê" Îhsan Seyhan, anî ziman ku piştî komkujiyê 4 roj şûnde cenazeyê biraziyê xwe Umit dît û wiha got: "Wê rojê destûr nedan mîtînga aştiyê, îro destûr nadin bîranînê. Me wê demê cenaze bir Saziya Tipa Edlî ya Erziromê. Lê em li wir jî rastî êrîşa polîsên Erziromê hatin."
Birayê Korkmaz Tedik Edge Tedik jî anî ziman ku êşa kuştina 100 kesan êşek gelek mezin e û wiha got: "Gotina birayê min a 'Em îro ji bo xwe, sibê ji bo wan û roja dîtir ji bo kesên din di şer dene. Lê divê em êdî nekevin şer' Ez vê gotina birayê xwe qet ji bîr nakim. Kesek pir bi coş û çalak bû. Em bang li her kesî dikin ku hestiyar tev bigerin."
(mae)