DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jîngeha Kedê

Rêxistinên kedê di 10'ê Cotmehê de dê li Enqereyê bin

 
9 Cotmeh
09:18 2016

ENQERE (DÎHA) - Nûnerên KESK, DÎSK û TTB'ê li hemberî qedexeya bîranînên qatlîama Enqereyê ya 10'ê Cotmehê nerazîbûn nîşandan û gotina "Biryara qedexeyê qasî qatlîamê em birîndar kirine" bi kar anîn û diyar kirin ku ew ê di 10'ê Cotmehê de li ber Gara Trenê ya Enqereyê bin.

Di salvegera 10'ê Cotmehê qetlîama Enqereyê de Midûryeta Polîsan a Enqereyê hemû çalakiyên bîranînê ku amadekariyên wê dihat kirin qedexe kirin. seroKê Giştî yê Konfederasyona Sendikayên Kedkarên Civakî (KESK), Lamî Ozgen, Nûnerê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) ê herêma Enqereyê Tayfun Gungor û Serokê duyemîn ê Hevgirtina Tabîbên Tirkiyeyê (TTB) Sînan Adiyaman diyar kirin ku ew ê biryara midûr nasnekin û dê li ber Gara Enqereyê bîranînê li darbixin.


Serokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen, da zanîn ku giştînameya ku waliyê Enqereyê weşandiye ne li gorî hiqûqê ye ne jî însaniye û wiha got: "10'ê Cotmehê qetlîama Enqereyê di dîroka Komara Tirkiyeyê de yek ji qetlîamên herî mezine. Biryara qedexeyê wekî ku qetlîamê em êşandin bû. Ji roja qetlîamê heta niha helwesta hikûmetê ya li hemberî qetlîamkaran diyar bû, salek ser re derbas bû hêjî kujeran diparêzin. Em vê helwesta bêmaf û wijdanan diêşîne şermezar dikin, em qedexeya waliyê ku meşa baroyê kiriye hincet rast nabînin."

Ozgen, anî ziman ku ew ê 10'ê Cotmehê roja Duşemê li cihê qetlîamê li ber Gara Enqereyê bên gel hev û wiha pêde çû: "Wekî KESK em ê ji bo hemû welatiyên me yên di qetlîamê de hatine qetilkirin li wir bin. Em dixwazin biryara qedexeyê carek din ber çavan re were derbaskirin."

Nûnerê DÎSK ê herêma Enqereyê Tayfun Gorgun, bilêv kir ku biryara qedexeyê wan nagire nava xwe û wiha domand: "Tiştekî ku bîranînê qedexe bike tune ye. Em dixwazin kujer bên dîtin. Em naxwazin Tirkiye carek din van êşan bijî. Ev qedexe me eleqedar nake. Bernameya me çawa hatiye îlan kirin dê wiha bidome. Divê êş û bîranîna kesekê qedexe neke. Tu dewlet nikare tiştek wiha li welatiyên xwe bike."

Serokê duyemîn ê TTB'ê Sînan Adiyaman, destnîşan kir ku qedexe nayê qebûlkirin û wiha axivî: "Mîtîngên alîgirên îktîdarê tên li darxistin û parastinek baş tê kirin lê dema derdorên muxalif bin bi hinceta îxbar heye tên qedexekirin. Qedexeya bîranînê bêrêziya li hemberî kesên di qetlîamê de jiyana xwe ji dest daneye. Em mafê xwe yê demokratîk dixwazin. Em dixwazin hevalên xwe bibîrbînin. Dixwazin hevalên me bidin jibîrkirin lê dê tu caran bisernekevin."

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN