DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Îsyan û hêrsa veguherî rêxistinbûyînê: Piştevaniya Xemrî

 
9 Cotmeh
09:14 2016

STENBOL (DÎHA) - "Piştevaniya Xemrî" ya li her qadên jiyanê xwe bi rê xist û navnîşana hemû jina ye wiha bang li jinan kir: "Em îsyan û hêrsa xwe veguherînin rêxistinbûyînê."

"Piştevaniya Xemrî" ya ji aliyê jinên ku ji her kesimê hatin gel hev û pêk hat, roja borî bi sernavê "An Azadî An Azadî" daxuyaniyeke nivîskî da û damezrîneriya xwe îlan kir. Jinên ku di 23-24-25'ên îlonê de li Stenbol, Îzmîr, Antakya, Mêrsîn û Edeneyê bi hemû cudatiyên xwe li Kampa Piştevaniya Xemrî hatin gel hev, soz dan ku ew ê hêrsa xwe veguherînin rêxistinbûyînê. Piştevaniya Xemrî ya li hemû qadên jiyanê navnîşana jina ye dê di rojên pêş de bi awayekî aktîf dest bi xebatên xwe bike.

Piştevaniya Xemrî ya ku ji bo li Tirkiyeya ku şideta li dijî jinê zaf zêde ye, bibe qîrîna jinan dê di 15'ê cotmehê de bi hevedîtinên li taxan dest bi çalakiyên xwe bike. Dê di mehên cotmeh û mijdarê de hem li ser medyaya civakî hem jî li kuçeyan çalakiyan li dar bixe û dê di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şideta Jinê ya Navnetewî de paneleke mezin a jinan li dar bixe.

'Armanca me xwerêxistinbûyîna jinê ye'

Endama Piştevaniya Xemrî Gamze Ozkuk anî ziman ku, wan qîrîna aşitiyê ya jinê ya li dijî şer îlham girtiye û bi vî awayî wan Piştevaniya Morî avakiriye û got, navnîşana hemû jina ye. Ozkuk a ku got "Piştevaniya Xemrî rêxistineke ku li dijî pergala serdest a mêran, kapîtalîzm û patrîarka ye" diyar kir ku, Piştevaniya Xemrî li fabrîka, li taxa û bajaran xwe bi rê dixe. Ozkuk diyar kir ku rêxistinbûyîn bi civînên malê dest pê kiriye û got, a rast ew xwedî tecrûbeyeke 3 sala ne. Ozkuk wiha got: "Armanca me xwerêxistinbûyîna jina ye. Me îsyan û hêrsê veguherand rêxistinbûyînê. Û bi vî awayî me deklerasyona xwe îlan kir."

'Me îsyana xwe seqand û Piştevaniya Xemrî ava kir'

Ozkuk wiha axivî: "Di serdema OHAL'ê de ewil jin hedef hatin girtin. Dema sibeha 15'ê Tîrmehê hişyar bûn, me dît ku kezap avêtine ser çavên jinan. Em ji vir xwe diseqînin. Me îsyan û hêrsa xwe ji vir seqand û me Piştevaniya Morî ava kir." Ozkuk herî dawî bang li hemû jinan kir û wiha got: "Li dijî pergala serdest a mêran, kapîtalîzm û patrîarkayê, werin em li Piştevaniya Morî ya ku xwerêxistinbûyîna jinê ye bigihên hev."

'Berxwedaneke ku jin serkêşiya wê dikin heye'

Endama Piştevaniya Xemrî Cemîle Çîçek jî diyar kir ku, êdî her jin dizane ku li mala xwe ne di ewleyiyê de ye û wiha got: "Divê meriv ji vir dest bi têkoşîna jinê bike. Li vir hêrsa jinê her diçe zêde dibe. Polîtîkayên şerî herî zêde bandorê li jinê dikin. Êdî berxwedaneke ku serkêşiya wê dikin heye."

Bangawaziya ji bo jinan: Piştevaniya Xemrî

Çîçek wiha bang li jinan kir: "Em ê karibin bi hev re hemû pirsgirkên jinan çareser bikin. Em bi rêxistinbûyîna jinê ya serbixwe bawer dikin. Ji ber vê yekê berê xwe bidin Piştevaniya Xemrî, ji bo jinan zemîneke baş e."

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN