Têkoşîna li dijî zewaca di temenê biçûk gihîşt Îranê
WAN(DÎHA) – Li Wanê kampanyaya ku ji aliyê YAKA-KOOP'ê ve bi slogana "Li vi kargehê porê bûkên temenê wan di bin 18'an de ye nayê şekirin" hatibû destpêkirin gihîşt Îranê.
Li Wanê, Kooperatîfa Jiyan, Jin, Hawirdor, Çand û Kargehî ya Wanê (YAKA-KOOP) ya ku li dijî zewicandina di temenekî biçûk de ye, pêşnûmaya ku 3 sal berê bi dirûşmeya “Li vê kargehê porê bûka ji 18 salan biçûktir nayê şekirin” dabû destpêkirin, xwe gihand heta Îranê. 20 kuaforên îranî yên ji Îrana ku temenê zewicandin 15 sal e hatin Wanê, piştî li gel YAKA-KOOP’ê civînek lidarxistin, sozê ku ew ê li welatê xwe li dijî zewicandina di temenekî biçûk de têbikoşin dan.
‘Dê afîşên me li Îranê bên daliqandin’
Seroka YAKA-KOOP’ê Gulmay Gumuşhan diyar kir ku kuaforên îranî pêşnûmaya wan ecibandine û ew ê li Îranê afîşên pêşnûmayê li dikanên xwe daliqînin û wiha got: “Ji Tahran, Urmiye, Tebrîz, Îsfahan û Şîraza Îranê 20 kuafor hatin Wanê. Me jî vê bihîst û em fikirîn ev dê ji bo pêşnûmaya me baş be û me pêşnûmaya xwe ji wan re vegot û me afîşên xwe li wan belav kirin. Wan jî got pêşnûmaya we pir girîng e û gotin em ê afîşên we li dikanên xwe daliqînin.”
Gumuşhan dest nîşan kir ku, li Îranê zewicandina zarokan zêde ye û ragihand ku, kuaforên îranî jî diyar kirine ku ew ê li welatê xwe li dijî vê têbikoşin. Gumuşhan wiha axivî: “Kuaforên ku me hevdîtin bi wan re pêk anîn, diyar kirin ku li Îranê bi taybetî li herêmên çolterî zewicandina zarokan zêde ye. Ji ber vê gotin pêşnûmaya we zaf girîng e, divê em ê li Îranê bidin der. Ji kuaforan yek jê got, ew di temenekî pri biçûk de zewiciye. Dema ev got, hestiyar bû û ji ber vê diyar kir ku ew ê piştevaniya pêşnûmaya me bike. Ji ber me encameke erênî girt, em kêfxweş in.”
‘Em bi biryar in ku pêşnûmaya xwe berfirehtir û mezintir bikin’
Gumuşhan diyar kir ku, wan berê jî ji bo balê bikşînin ser zewicandina di temenekî biçûk de li kuaforan, li kargehan, li rawestgehan xebat meşandine û wiha axivî: “Her ku pêşnûmaya me belav bibe, dê bigiihêje armanca xwe. Belkî şensekî me yî ku em xwe bigihînin her derî tune be, lê ji bajarên cuda hin kes ji bo pêşnûmayê li me digerin. Li gelek bajaran pêşnûmaya me hat nasandin. Dê li Stenbol, Enqere, Îzmîr û Antalyayê jî bibe. Ji ber pêşnûmaya me xwe digihîne her derî em kêfxweş in. Çimkî armanca me, em li dijî zewicandina di temenekî biçûk de rawestin û li civakê vê hişmendiyê bidin der.”
(red)