DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Di civîna nepen de mudaxeleya arasteyî Efrînê jî hatiye nîqaşkirin!

 
9 Cotmeh
09:11 2016

HATAY (DÎHA) – Hat îdiakirin ku li Reyhanliyê Tirkiye di cîvîna xwe yî nepen a bi nûnerên komên selefî yên li Sûriyeyê şer dikin de, ji koman xwestiye têkildarî operasyoneke li dijî Efrînê fikrên xwe beyan bikin.


Li Rojavayê, li gel domandina dagirkirina Tirkiyeyê ya di bin navê “Tevgerîna Mertalê Firatê” de, têkildarî tevgerîna dagirkeriya Tirkiyeyê hin agahiyên nû bi dest ketin. Li gor agahiyên bi dest ketin, Tirkiye li Reyhanliya Hatayê bi nûnerên komên selefî yên li Sûriyeyê şer dikin hatiye gel hev. Li gor hat zanîn ku 5 nûnerên Tirkiyeyê û li ser navê komên selefî jî, nûnerên hin partiyên ku beriya şerê navxweyî li Sûriyeyê bûn, hin siyasetmedarên kevn ên ji Sûriyeyê lê li Ewropayê dijîn û her wiha nûnerên hin çapemeniyên ku li ser navê komên selefî analîzan û weşanê dikin beşdarî vê civînê bûne.

Divê ji bo eşîretên ereb firsend bê dayîn

Di civînê de, rewşa dawî ya li Îdlîbê hatiye nirxandin û windabûyîna ji ber êrîşên dijwar ên rejîmê hatine nîqaşkirin. Her wiha di civînê de, komên tirkmen ên li dijî rejîmê tengijîne û li sînorên Tirkiyeyê asê mane û têkildarî ve mudaxileyke demildest hatiye nîqaşkirin û li gel van nîqaşan Tevgerîna Mertalê Firatê jî xistine rojevê. Di civînê de, berfirehiya tevgerînê û dê tevgerîn di kîjan çarçoveyê de xwe bide der hatine nirxandin û li gel vê komên selefî di civînê de diyarkirine ku ji ber vê derizînê ew ji tevgerînê veqetiyane û her wiha geşedanên dawî jî hatine axaftin. Di civîna ku pêşeroja tevgerîna dagirkeriyê jî tê de hat axaftin, hat ragihandin ku divê Tirkiye piştevaniya xwe yî ji bo komên selefî bidomîne.

Di civînê de, hatiye axaftin ku DYA û Fransa li herêmê bi bandor in, lê divê bandora Fransayê ji ya DYA’yê bêtir be. Her wiha hat zanîn ku, di civînê de hatiye axaftin ku, divê li herêma ku di bin qontrolê de ye divê ji bo asayîşa wê firsend ji bo eşîretên ereban bên dayîn û hat zanîn ku dê Tirkiye di vî warî de hin hevdîtinan pêk bîne.

Di civînê de mudaxileya arasteyî Efrînê jî hatiye nîqaşkirin

Hat zanîn ku di civînê de, operasyona ku dê li dijî El-Babê pêk bê jî hatiye axaftin û li gel vê li gor agahiyên bi dest ketin, kesên li ser navê Tirkiyeyê beşdarî civînê bûne, ji beşdarên din fikrên wan î arasteyî Efrîna ku di bin venêrîna YPG’ê de ye pirsîne. Di civînê de yek ji wan rayedarên ku li ser navê Tirkiyeyê beşdar bûye, têkildarî operasyonê ji yên din xwestiye fikrên xwe beyan bikin. Her wiha hat zanîn ku hemû beşdarvanan diyar kiriye ku, dê operasyoneke bi vî rengî pirsgirêkên mezin bi xwe re derxîne û şerê ku ew dikin dê ji şerê li dijî rejîmê ber bi şerê bi kurda re hêl bibe. Li gel vê, têkildarî vê operayonê hatiye gotin ku, heke DYA û Rûsya tesdîq bikin, dê ewçax rewş cudatir bibe.

Her wiha hat zanîn ku, li Îdlîbê jî bi hin nûnerên komên selefî civîneke bi rengî hatiye lidarxistin, lê têkildarî naveroka civînê de agahî bi dest neketin.


(red)





ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN