DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Jin ji tenûran aboriyeke alternatîf diafirînin

 
9 Cotmeh
09:11 2016

ÎZMÎR(DÎHA)- Tenûrên ku li ber windabûnê ne, li Kadîfekaleya Îzmîrê bi destê jinan ji nû ve tên zîndekirin. Jinên kurd ên di salên 90’î de ji Kurdistanê koçber bûn nanê tenûrê çêdikin û difiroşin. Bi vî awayî hem pê debara xwe dikin, hem jî nahêlin çanda tenûran winda bibe.

Tenûrên ku yek ji kevintirîn çanda Rojhilata Navîn in, li Îzmîrê bi destê jinan ji nû ve tên zîndekirin. Tenûrên ku ji berê de li ber her derî hebûn, lê ji ber bajarbûyînê bi xetereya windabûnê re rû bi rû ne, niha bi destê jinan ji nû ve tên zîndekirin. Li semta Kadîfekaleya Konaka Îzmîrê , jinên kurd ên di salên 90’î de ji Kurdistanê koçber bûn, li 12 tenûrên ku li hawirdora sûran hatine danîn nanê tenûrê çêdikin. Bi vî awayî hem pê debara xwe dikin, hem jî nahêlin çanda tenûran winda bibe.

‘Hem çanda xwe jîndar dikin hem jî debara xwe pê dikin’

Beriya niha bi pênc salan Mesûle Yilmaza 56 salî ya ku li hawirdora sûran cara ewil tenûr bi cih kir diyar kir ku, li tenûran pihêtina nanî pir zehmet e. Yilmaz a ku got bi taybetî herî zêde kurd nanê tenûrê dikirin, anî ziman ku yên fêr dibin ji bilî nanê tenûrê êdî tu nanî naxwin û got, bi taybetî ji navçeyên cuda sîparîşa nanî tenûrê tê dayîn. Yilmaz got, nanekî bi lîreyekî dide û rojê nêzî 70-80 nanî difiroşe û dest nîşan kir ku berî ew ji Kurdistanê koçî Tirkiyeyê bikin jî, wê nanê tenûrê her çêdikir. Yilmaz anî ziman ku, çanda tenûran di çanda kurdî de xwedî cihekî girîng e û wiha axivî: “Beriya 22 salan dema bi darê zorê xwestin em bibin cerdevan, me ji Mêrdînê koçî Kadîfekaleyê kir. Ev 5 sal e em nanê tenûrê ji bo firotinê çêdikin. Her tiştê me şewitandin û rûxandin, tenê çanda me di dest me de ma. Em bi saya wê jî debara xwe dikin.”

Kurde Agirmen jî got, ew 25 sal e nanê tenûrê çêdike û diyar kir ku, ew 4 sal e ji bo debara xwe nanê tenûrê çêdike û difiroşe. Agirman anî ziman ku, mirov ji bo nanê tenûrê bikirin dikevin rêzê û dest nîşan kir ku gelek malbatên kurd bi çêkirina nanê tenûrê debara xwe dikin.

‘Divê jin azadiya xwe yî aborî bi dest bixin’

Turkan Aksoy diyar kir ku 20 sal berê gundê wan hatiye şewitandin û ew ji Rihayê koçî Tirkiyeyê kirine. Aksoy anî ziman ku, nanê tenûrê yê kurdan nanekî navdar e. Aksoy dest nîşan kir ku, ew tu carî ji çanda xwe neqetiyane û got, ji bo nanê tenûrê daxwazeke zêde heye. Aksoy anî ziman ku mirov bêriya rojê berê dikin û wiha axivî: “Nanê tenûrê me dibe zarokatiya me, me dibe bajarê me û rojên me yî berê. Em bi pereyên ku bi dest dixin jî, zarokên xwe didin xwendin. Ji xwe li vî welatî meriv jin be pir zehmet e, divê her jin azadiya xwe yî aborî bi dest bixe.”


(red)





ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN