DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Ne 400 hefte, 4 hezar hefte be jî dê li qadan bin

 
9 Cotmeh
09:07 2016

AMED (DÎHA) - Li Amedê çalakiya xizmên windayan 400 hefte li pêyî xwe hişt. Malbatên windayan diyar kirin ku, heta ew hestiyên xwe bibînin dê daxwaza edalet û têkoşîna xwe bidomînin û bang li dewletê kirin ku guh bide daxwaza malbatan.

Li Amed û Êlihê ev bû 400 hefte Komela Mafê Mirovan (ÎHD), malbat û xizmên windayan bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin" li aqûbeta zarokên xwe digerin û daxwaza edaletê dikin. Her wiha malbat dixwazin hestiyên zarok û xizmên xwe bibînin. Xizmên windayan li germ, serma, baran û teyrokê guhdar nakin û bênavber çalakiya xwe didomînin. Li gel van çalakiyên bênavber jî, heta niha dewletê ji bo aqûbeta windayan tu gavek neavêtiye. Ev bû 400 hefte malbatên windayan ên li qada ne li dijî helwesta dewletê ya li hember windayan û li hember wan bertek nîşan dan û malbatan diyar kir ku, ne 400 hefte 4 hezar hefte jî derbas bibe ew ê çalakiyên xwe berdewam bikin.

Ev 400 hefte ye hestiyê kurê xwe dixwaze

Dayika 60 salî ya bi navê Remziye Bayram a ku kurê wê Mehmet Şîrîn Bayram di sala 1998’an de li Pasûra Amedê ji aliyê dewletê ve hat windakirin, nerazîbûn li hemberî rayedarên dewletê yên wê demê û yên vê demê nîşan da û behsa windakirina kurê kir. Bayram hestên xwe yên ji bo hefteya 400'emîn wiha got: "Ez her roja şemiyê li aqûbeta kurê xwe dipirsim. Dema kurê min hat binçavkirin Tansu Çîler Serokwezîra Tirkiyeyê bû û zilmê li me dikir. Niha jî Erdoganî li ser me zilmê pêk tîne. Ev 400 hefte ye em li aqûbeta windayên xwe digerin. Êdî bes e û ez hestiyê kurê xwe dixwazim. Dema ez hestiyê kurê xwe bibînim, wê demê bila ez bimirim. Dewlet dizane kî/ê wan winda kiriye.”

'Dewlet wî windakiriye û bila wî bîne'

Xwişka Fehîm Tosun ê ku di sala 1995'an de li Stenbolê hat windakirin, Kiymet Zengîn a 53 salî jî behsa windabûna birayê xwe kir û wiha axivî: "Em bang li dewletê dikin. Êdî aqûbeta windayên me çi ye bila bersivê bidin. Dewlet birayê min winda kir û bila kiryarê wî aşkere bike. Em êdî edaletê dixwazin û bila êdî gelê me neyê kuştin. Em heta windayên xwe bibînin, em ê tekoşîna xwe bidomînin.”

Dê têkoşîn û daxwaza edalêtê bidome

Dayika 70 salî Îfet Mutaş a ku her hefte li aqûbeta birayê xwe Alî Tekdag dipirse jî ev tişt gotin: "Birayê min di sala 1994’an de li navçeya Sûra Amedê ji aliyê dewletê ve hat windakirin. Ez her hefte têm çalakiya rûniştinê û edaletê dixwazim. Polîsan her şev êrîşî mala me dikir ûbirayê min îşkence dikirin. Em ê heta dawî dev ji doza xwe bernadin. Dê têkoşîna me yî ji bo adaletê jî her tim wê berdewam bike.”

‘Bila dewlet bersiva me bide'

Nezîre Baran (48) a ku hevjînê wê Omer Onen di sala 1994’an de li gundekî Çinarê hat windakirin jî wiha axivî: "Dema hevjînê min hat revandin û windakirin, hem berê û hem jî pişt re her tim em rastî zextan dihatin. Hîn jî zext li ser me dewam dikin. Hevalê min wek 'terorîst' dan nîşandan, lê ew rast nabêjin. Em gelek li pêyî wî ketin, lê me ew nedît û nizanin aqûbeta wî çî ye. Divê ku dewlet bersiva van windayên ku windakiriye bide. 400 hefte ye em li vir têdokişin û heya dawî jî wê ev têkoşîn bidome."

(rd-ra/bg/red)







ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN