ROJEVA 09'Ê COTMEHA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYANN
* Li Nisêbînê ku ligel hêjî li 6 taxan qedexeya derve berdewam dike, hilweşîna xaniyan jî didome û ger hilweşîn bê temamkirin dê 41 hezar 927 kes bê mal bimînin. Tu daxuyaniyên ku dê qedexe kengî bê rakirin ne hatine dayîn, xanî û amûrên saxlem ên welatiyan jî tên hilweşandin.
* Bendava Ilisû ya Heskîfê hem warên dîrokî û hem jî xaniyên welatiyan di bin avê de dihêle. Bendavê xaniyê dîrokî yê Îbrahîm Suzer a 250 salî jî di bin avê de hişt. Îbrahim Suzer (70), bertek nîşanî hikûmetê da û diyar kir ku wî 3 caran xanî ava kir û dewletê xaniyê wî desteser kir. BI DÎMEN E
* Nivîskar û helbestvan Rênas Jiyan ê ku hat binçavkirin û pişt re serbest hat berdan aşkere kir ku, bi hinceta ‘Propagandaya rêxistinê kiriye’ hatiye binçavkirin û anî ziman ku dê bi zilmê pêşî li azadiyê neyê girtin.
* Li Amedê çalakiya xizmên windayan 400 hefte li pêyî xwe hişt. Malbatên windayan diyar kirin ku, heta ew hestiyên xwe bibînin dê daxwaza edalet û têkoşîna xwe bidomînin û bang li dewletê kirin ku guh bide daxwaza malbatan.
* Endamê Konseya Navendî ya TTB’ê Bijîşk Yaşar Ûlûtaş diyar kir ku, di guherîna demsalan de herî zêde extiyar û zarokên ku muqawematiya wan lawaz e rastî grîpê tên û tamandina grîpê pêşniyar kir.
* Hat îdiakirin ku li Reyhanliyê Tirkiye di cîvîna xwe yî nepen a bi nûnerên komên selefî yên li Sûriyeyê şer dikin de, ji koman xwestiye têkildarî operasyoneke li dijî Efrînê fikrên xwe beyan bikin.
* Ligel gotina "operasyon bi dawî bû" jî li Şirnexê 7 meh in qedexe berdewam dike, piştî çekên giran niha jî bi makîneyên kar avahî tên hilweşandin, malên ku zirar nedîtine nemaye.
* Nûnerên KESK, DÎSK û TTB'ê li hemberî qedexeya bîranînên qatlîama Enqereyê ya 10'ê Cotmehê nerazîbûn nîşandan û gotina "Biryara qedexeyê qasî qatlîamê em birîndar kirine" bi kar anîn û diyar kirin ku ew ê di 10'ê Cotmehê de li ber Gara Trenê ya Enqereyê bin.
* Xwîşka Vahdettîn Ozgan ê di qatlîama Enqereyê de jiyana xwe ji dest da Gulîstan Ozgan hestên xwe bi gotina "Ligel ku li ser qatlîamê salek derbas bû jî wekî ku duh pêk hatiye min bandora wî li ser xwe neavêtiye" bi kar anî. Malbatan diyar kirin ku yên duh daxwaza aştiyê be qatliamê asteng kirin îro jî bi qedexekirina merasîmên bîranînê hewl didin vê asteng bikin.
* Mehmedîn Baraç ê ku yek ji kiryarên qatlîama Enqereyê ye derket holê ku endamê Baskê Ciwanan a AKP'ê ye. Baraç got ku endamên ÎHH'ê li Sûriyeyê xebatinê û endamên DAIŞ'ê yên li Amedê hatine kuştin jî nas dike.
* Li Dersimê KJA, DBP û HDP ji bo şermezarkirina Komploya 9'ê Cotmeha 1998'an a Navneteweyî li Kolana Hunerê daxuyaniyê bidin çapemeniyê.
(12.00)
* Platforma Demokrasî û Kedê ya Mêrsînê di salvegera Qatlîama Enqereyê ya 10'ê Cotmehê li Daristana 68'an a Mêrsînê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Ji bo 101 kesên ku di qatlîamê de jiyana xwe ji dest dan "101 şitlên aştiyê" bên çandin. (9.00-10.00) BI DÎMEN E
* Basin-Îş a DÎSK'ê rapora xwe ya têkîldarî Qatlîama 10'ê Cotmehê ya Enqereyê di çapemeniyê de çawa hatiyê dîtin amadekiriye dê li Yekîtiya Mulkiyeyiyan bi raya giştî re parve bike. (12.00-13.00)
* Kesên ku di Qatlîama 10'ê Cotmehê ya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan dê li Goristana Karşiyaka bên bibîranîn. (11.00)
* Li Geverê yek jê zarok 4 kesên ku ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin dê bên definkirin. (09:00)
POLÎTÎKA
* Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Muslum Dogan diyar kir ku, di bingeha taloqkirina OHAL’ê û êrîşên li dijî çapemeniyê de, avakirina modela dewleteke “Îslama Siyasalî” ya ku AKP dixwaze ava bike heye.
* Hevserokên Giştî yê DBP'ê Sebahat Tuncel û Kamuran Yuksek dê têkîldarî girtina Yuksek ku 147 rojan di girtîgehê de ma û ji bo welatiyên li Geverê hatin qetilkirin dê li Buroya Şewirmendiyê ya Navenda Giştî ya DBP'ê civîna çapemeniyê li dar bixin. (12.00)
JIN
* Tenûrên ku li ber windabûnê ne, li Kadîfekaleya Îzmîrê bi destê jinan ji nû ve tên zîndekirin. Jinên kurd ên di salên 90’î de ji Kurdistanê koçber bûn nanê tenûrê çêdikin û difiroşin. Bi vî awayî hem pê debara xwe dikin, hem jî nahêlin çanda tenûran winda bibe.
* Li Wanê kampanyaya ku ji aliyê YAKA-KOOP'ê ve bi slogana "Li vi kargehê porê bûkên temenê wan di bin 18'an de ye nayê şekirin" hatibû destpêkirin gihîşt Îranê.
* "Piştevaniya Xemrî" ya li her qadên jiyanê xwe bi rê xist û navnîşana hemû jina ye wiha bang li jinan kir: "Em îsyan û hêrsa xwe veguherînin rêxistinbûyînê."
ABORÎ
* Masîvanan diyar kir ku piştî qedexeya nêçira masiyan rabû, buhayê masiyan û firotina wan kêm bûye û li dijî vê nerazîbûnên xwe nîşan dan.