DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Peyama dawî ya Îşozu yê hat qetilkirin: Pêşî xeyal, dawiyê mirov dimirin

 
8 Cotmeh
20:41 2016

COLEMÊRG (DÎHA) – Necdet Îşozuyê li Geverê bi gulebarana wesayîta zirxî hat qetilkirin, li ser hesabê medyaya civakî peyama wî ya herî dawî gotina Shakespeare ya “Pêşî xeyal, dawiyê mirov dimirin” e.

Li Gevera Colemêrgê di gulebarana wesayîta zirxî de ji 4 kesên hatin qetilkirin yek jê jî Necdet Îşozu ye. Îşozu di parvekirina xwe yî dawî ya hesabê xwe yî medyaya civakî de, tiştên ku hatin serê wî bi awayekî kurt pûxte kiriye. Îşozuyê ku hat zanîn dê 20 roj şûnde bizewiciyana di hesabê xwe de herî dawî gotina Shakespeare ya “Pêşî xeyal, dawiyê mirov dimirin” parvekiriye.

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN