Li Geverê dîmenên nû derketin holê
COLEMÊRG (DÎHA) – Li Geverê têkildarî bûyera ku 4 kes hatin kuştin û 2 kes jê jî birîndar bûn de dîmenên nû derketin holê. Di dîmenan de polîs sivîlên ku birîndaran vediguhêzin gulebaran dikin. Her wiha dîmen îdiaya walîtiyê ya “Çek qelb kir” jî derewand.
Li Gevera Colemêrgê têkildarî bûyera ku yek jê zarok 4 kes hatin qetilkirin û 2 kes jî birîndar bûn de, dîmenên nû derketin holê. Di dîmenan de tê dîtin ku welatiyên hawirdorê hewl didin birîndaran rakin nexweşxaneyê, lê wesayîta zirxî wan gulebaran dike. Dîmen ji aliyê welatiyekî li cihê bûyerê bi telefonê hatine kişandin û li ser medyaya civakî ahtine parvekirin.
Her wiha dîmenên ku derketin holê gotinên şahidên bûyerê yên ji ajansa me re axivîn jî piştrast dikin. Şahidên bûyerê wiha gotibûn: “Dema me birîndarên xwe radikir, em gulebarankirin. Dibêjin çek qelb kiriye. Heke rewşeke wisa hebûna, dema me birîndarên wxe radikirin, dê mudaxileyî me nekiranan. Ji bo birîna kesên birîndar xedartir bikin, wiha kirin.”
Dîmenên derketin holê daxuyaniya walîtiyê ya “Çeka li wesayîta zirxî qelb kir” jî derewandin.
(red)