DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Dê sibê her 4 welatiyên hatin qetilkirin bên definkirin

8 Cotmeh
18:33 2016

COLEMÊRG (DÎHA) – Dê sibê bi merasîmekê her 4 welatiyên ku li Geverê ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin bên definkirin.

Li Gevera Colemêrgê yek jê zarok 4 kesên ku wesayîta zirxî ew gulebaranakirin û hatin qetilkirin, dê sibê li bajêr ji bo wan merasîmeke bê lidarxistin û bên definkirin.

Dê ji kesê hatin qetilkirin Aydin Tumen, Serhat bûldan û Nejdet Îşyozu li Goristana Bajêrgê ya li navenda navçeyê û dê Rahmî Sefali jî li gundê xwe Şahê yê 25 kîlometre dûrî navçeyê ye bê definkirin.

Rêxistinên HDP û DBP’ê yên bajêr ji bo merasîma ku dê sibê saet di 09.00’an de bê lidarxistin banga beşdarbûyînê kirin.

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN