DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

'Di 10'ê Cotmehê saet 10.04'an de em ê li Gara Trenê bin'

 
8 Cotmeh
16:38 2016

ENQERE (DÎHA) - KESK, DÎSK, TMMOB, TTB û Komeleya Piştevanî û Aştiyê ya 10'ê Cotmehê daxuyaniya "bedel çi dibe bila be em ê ji têkoşîna xwe ya ked, aştî û demokrasiyê paş ve gav neavêjin" dan û diyar kirin ku ew ê di roja 10'ê Cotmehê saet 10.04'an de li Gara Trenê bin.

Piştî daxuyaniya Midûriyeta Polîsan a Enqereyê daxuyand wan hemû bernameyên bi munasebeta Qatlîama Enqereyê ya 10'ê Cotmehê qedexe kirine KESK, DÎSK, TMMOB, TTB û Komeleya Piştevanî û Aştiyê ya 10'ê Cotmehê daxuyaniya hevpar a "bedel çi dibe bila be em ê ji têkoşîna xwe ya ked, aştî û demokrasiyê paş ve gav neavêjin" dan û diyar kirin ku biryara astengikirinê ji bo wan nîne.

'Em ê roja duşemê li ber Gara Trenê bin'

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di salvegera qatlîamê de ji bo ku kesên ku jiyana xwe ji dest dane bi bîr bînin û ji berpirsyaran hesab bipirsin wekî KESK, DÎSK, TMMOB, TTB û Komeleya Piştevanî û Aştiyê ya 10'ê Cotmehê li cihê ku qatlîam pêk hat bernameya xwe li dar bixin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew ê roja duşemê saet di 10.04'an de li ber Gara Trenê bin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku daxuyaniya ku Midûriyeta Polîsan a Enqereyê daye ji bo bernameya yan a dê seat di 10.04'an de bê lidarxistin nîne ev di raya giştî de têgehekî şaş diafirîne.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN