Kesên di qetîlama Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
RIHA (DÎHA) - Welatiyên bi navê Yilmaz Elmascan, Başak Sîdar Çevîk û Nîlgun Çevîk ên di qetlîama Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan li ser gorên xwe yên Pirsusê hatin bibîranîn.
Welatiyên bi navê Yilmaz Elmascan, Başak Sîdar Çevîk û Nîlgun Çevîk, ên ku di 10'ê Cotmehê di mîtînga li Qada Garê ya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê hevparên KES'ê û welatiyan ve li ser gorên wan ên li Pirsûsê hatin bibîranîn. Girseya ku li Pirsûsê lihev kombûn, destpêkê gora Elmascan a li Goristana Şehîdên Kobanê ya li taza Zaretê ziyaret kirin. Li ser gora Elmasca li ser navê girseyê Berdevkê demî ya Platforma KESK'ê ya Edeneyê Selman Gul axivî. Gul, da zanîn ku ew ê xwedî li qadên azad ên ku ji bo wan laşê xwe kirine mertal derkevin û wiha got: "Em ê di her çalakî û her demê wan bi rawestîna xwe ya serbilind wan bidin jiyîn."
Girseya ku ji vir derbasî taxa Midêba Biçûk bûn, gorên Sîdar Çevîk û Nîlgun Çevîk ziyaret kirin. Piştî rêzgirtinê Selman Gul carek din axivî. Gul anî ziman ku Nîrgul bi hevjînê xwe re ji ber bawerî bi aştiyê di anî tevlî mîtînga Enqereyê bû û wiha got: "Ev dide xuyakirin ku baweriyek me ya mezin bi aştiyê heye. Ev ne daxwaza kesekê ye daxwaza gelekê ye. Em ê vê daxwaza wan pêk bînin."
Bavê Çevîk Îzettîn Çevîk jî diyar kir ku tenê daxwazek wan heye ew jî aştiye û wiha axivî: "Êdî kesek nikare şîna zarokên xwe bigire. Ev bedel dê vala neçin. Ger ji îro pêde dê kesek bimire bila yên wekî me mezin bimirin bila êdî zarok ne mirin."
(mb)