Yek ji 4 kesên hatin qetilkirin biraziyê Pervîn Buldan e
8 Cotmeh
15:36
2016
COLEMÊRG (DÎHA) - Polîsan li Geverê 4 kes qetil kirin û 2 kes birindar kirin. Yek ji 4 kesên hatin qetilkirin Biraziyê Wekîla HDP'ê Pervîn Buldan ê 16 salî Serhat Buldan e.
Polîsan li navçeya Geverê ya Colemêrgê bi maşîna zirxî li ser welatiyan gule reşand û 4 welatî qetil kirin. 2 kes jî brîndar bûn. Ji kesên jiyana xwe ji dest dan yek jê biraziyê Wekîla HDP'ê ya Stenbolê Pervûn Buldan ê 16 salî Serhat Buldan e. Pervîn Buldan di hesabê xwe yê twitterê de diyar kir ku îro li Geverê komkujî pêk hat û xwestin duyemîn bûyera Roboskê pêk bînin. Yek ji kesên hatin kuştin biraziyê min Serhat Buldan e.
Wêneyê Nejdet Îşozu ku hat qetilkirin jî wêneyê wî ji aliyê hevalên wî ve di medya civakî de hat belavkirin.
(mae)